Li Enqerê Pêşangeha Pirtûkan bêyî beşdarbûna weşanxaneyên Kurdî dest pê kir

kurdistan24.net

Enqere (K24) – Li Tirkiyê 17emîn pêşangeha pirtûkan ya nevnetewî bêyî ku qet weşanxaneyeke kurdî beşdar bibe dest pê kir. Weşanxaneyên ku beşdarî bûne jî diyar kirin ku rewşa xirab ya aborîya Tirkiyê wek hemû beşan bandoreke xirab li ser kerta weşangeriyê jî kiirye û ew êdî pêşiya xwe nabînin. Welatî jî ji rewşa bihabûna nirxê pirtûkan bi gazinc bûn.

17emîn Pêşengeha Pîtrtûkan a Navnetewî li Enqerê destpê kir. Di pêşengeha îsal de ku nêzikî 300 weşanxane û 850 nivîskar bi 100 hezar pirtûkan beşdar in tevî ku 5 weşanxaneyên kurdî ji bo vê pêşangehê hatine wexandin jî qet weşanxaneyeke Kurdî beşdarî di vê pêşangeha navdewletî de nekiriye. Sala borî Weşanxaneya Nubihar beşdarî pêşengehê bibû lê îsal Nûbihar jî beşdar nebûye, heman demê di pêşengeha îsal de çi pertûkên Kurdî jî nayêne firotin. Serokê weşanxaneya nûbiharê da zanîn ku ji ber bêderfetiyên aborî û bihayê kirêya cih wan îsal nekariye beşdarî vê pêşangehê bibin.

Herwiha weşanxaneyên bi navê Dogu Bat û Yapi Kiredi yên beşdarî vê pêangehê bûne dibêjin wek hemû kertan rewşa aborî li ser kerta weşangeriyê jî kiirye û ev jî di heyameke zehmet de derbas dibin.

Berpirsê Weşanxaneya Dogu Bati ji K24ê re got: “Bi rastî jî êdî rûpel gellek biha bûne û a niha çapkirina pirtûkan jî gellek biha bûye ji ber vê çendê em di rewşeke xeter de ne rewşeke nebaş de ne. A niha em pêşiya xwe nabînin. Her roj her roj zam tê dema ku em pirtûkekê çap dikin xelas dibît ya nû çapkirina wê mesela 50 lîre be vê carê em 100 lîre çap dikin.yanî rewşeke nebaş heye. ”

Berpirsê Weşanxaneya Yapi Kiredî dibêje: “Li gorî pêşangehên borî îsal beşdarîbûn gellek kêm e. sedema vê ya sereke jî ew e ku hêza welatiyan ya kirrîna pirtûkan nemaye êdî û em jî wek berê êdî nikarin pirtûkan çap bikin. Her ku diçe lêçûnên me zêde dibin. Bi dehan weşanxaneyên mezin yên Tirkiyê jî beşdarî vê pêşangehê nebûn ber rewşa aborî.”

Welatiyên ku berê xwe dane vê pêşangehê jî herçiqas bi hebûna bi sedhezaran pirtûkan keyfxweş bibin jî ji nirxê wan bi gazinc in.

Ev pêşangeha navdewletî dê heta 27ê Adaraê berdewam bike û rayedarên pêşangehê amaje pê dikin ku armanca wan ya sereke ew e îsal 500 hezar kes seredana cihê pêşneghê bikin.