Newroza Siltanî

Kurd24

“Mebnî li wî adetê mubarek

Şehrî û sipahîyan bi carek

Bajêr û kelat û xanî berdan

Teşbîhê bi nejdîyan u cerdan

Yanî ku dihate burcê sersal

Qet kes nedima di mesken û mal”

Ehmedê Xanî Hz.

Heta niha li ser bingeh û wateya cejna Newrozê nêrîn û zanînên cuda pêk hatine, lê îro xweştifaqe ku Newroz bi hemû wate u mahîyeta xwe mizginîya biharê ye. Ji ber hatina biharê, siruşt ji nûh de zindî û şên dibe; ezman perdeya xwe ya reş ji ser xwe davêje, tav bi comerdî ronî û germahîya xwe ya nerm dide erdê. Bi demsaleke nûh, jiyaneke nûh dest pê dike. Hemû mexlûqat ji mal u mesken û hêlînên xwe serê xwe derdixin û xwe ber didin hembêza tebîetê. Ev wêne sedeme ku divê Newroz weke cejin, weke pîrozbahîyê bi şahî, bi coş, bi kelecan û wekî din bi hestên xweşik û letîf  bê pîrozkirin.

Teqez Newroz, di binyada yek nijadekê yan olekê de nine. Heta di nav zindîyan de di binyada însan de jî nine. Bi gotina Ustat Seîdê Kurdî, Newroz, “Cejna Mexluqatê” ye. İnsan jî weke cûz u beşeka mexlûqatê tevlê vê cejnê dibe. Weke siruşt u tebîetê ew jî, bi vê vejînê re ji xewna xwe ya nîvmirinê hişyar dibe, ji wê zilmet u reşîya demsala borî rizgar dike û xwe bi jiyaneke nipunûh bi reng û dengê biharê dixemilîne, vedigere heyateke teze. Ev jiyîn û tecrubeya hestan hemû mirovahiyê hembêz dikin. Ji ber vê ye ku Newroz bi tu ziman, ol, reng û welat ferqê naxe nava mirovahiyê û di cejneke hevpar de mirovan dike yek.  Ev jî weke hebûna rojê, weke hebûna jiyan u mirinê peyt û ispat dike ku hemû zindî û hemû mirovahî ji yek cihekî der têne.  Însan, bi saya Newrozê bi şikleke şênbêr muşahade dike ku ew bi hemû mirovahîyê re yek umet e, heta bi hemû mexlûqatê re yek milet e. Cudahiya qewman, cudahiya ziman, reng û dengan, cudahiya olan hetta cudahiya babetan jî dîsa bi saya Newrozê li ser rûyê cîhanê radibe. Ji ber wê ye ku di her saleke nûh de însan, bi vê tecrûbeyê hestên xwe teze dike. Xwe xweş dixemilîne û xwe ber dide nava pêlên zindîyan; bi wan re weke bawermendên li tewafa Ke’beya pîroz, weke seyyare û rojgêranên gerdûnê li dora vejîn û tezebûnê têr digere û di wê kêf û kelecanê de ji xwe ve diçe.

Bêguman pêwistiya însan bi vê yekê, bi vê gerê heye. Pêwistîya însan bi vê bîranîn û jiyîna Newrozê; bi siruştîbûnê, bi tezebûnê u li xwe hatinê heye. Newroz tezekirina xatire û bîranîneke mezin e. Ew bîranîna xizmatîya wê ya bi siruştê ye. Însan her sal bi mijulbûna ew bi karûbarên xwe yên çêkirî û ew karûbarên ketûber û ji rêzê; hebûna xwe, sedema hebûna xwe ya pîroz ji bîr dike. Ji ber vê ew, ji pêsîrên dayika xwe ya tebîetê dibe, rêya kanîya pîroz û bimbarek winda dike. Ji loma aramiya dilê wî jî diherime, ew dikeve gengeşeyeke reş, aramî û dilronahîya wî têk diçe. Di her sala teze de Newroz jê re dibe aramgah û xatireyên wî yên bi siruştê ji nûh de vedijîn û ew ji nûh de têdigihêje sedema jiyanê,  vedigere hundirê xwe, bi pêsîrên dayika xwe dimije ta ku dile wî têr rehet bibe. Hemû mij û reşa jiyana xera ji ser dilê wî vedikêşe, di aramgahê de digihêje xewneke tije fikr, evîn, hizûr u aram. Loma Newroz li mal u mesken; bajar û kelatan ne; Newroz mene û tama xwe herî xweş li ser çîya û kendalên bilind, di nav xuşîna dar û daristanên bêserûbin, li ber xuşexuşa çem u robarên bedawî, li hêşinayîya zozanên sipahî, di pêlen behrên zelal de xwe nîşan dide. Newroze ku însan ji rizîn, herimîn u xirabîyê diparêze. Newroze ku bo însan dibe îlham û ew bi wê vedigere eslê xwe; berê xwe dide çêker û xwediyê xwe, bawerîya xwe bi wî teze dike, eşheda xwe ya însaniyetê bi dil û mêjîyê xwe dide dubarekirin. Bi rastî dubarekirin ne tiştekî xweş e, ew pir caran tişteki tehl e. Dubarekirin deriyê qelsbûnê ye. Lê dubarekirina hestên letîf, dubarekirina pirs û fikrên qedîm ne werê ne. Newroz, vê yekê xweş dide ber çavan. İnsan her sal newrozê pîroz dike, lê jê aciz nabe. Her carê jê tameke cuda, tameke bêhempa ditamije. Her cara nûh,  ji wî re dibe weke cara ewil û ew bi şahîyeke nipunûh, bicoşeke cuda pêşwaziya wê dike.

Bi xweziya li xwe hatinê, vi xweziya vegera eslê xwe, vegera siruştê, bi xweziya dubarekirina hestên xweş û letîf Newroza Siltanî li hemû zindîyên cîhanê pîroz bê!