Kandîdê PDKê ji bo postê Serokomarê Iraqê gihîşt Bexdayê

Biryar e şandeke PDKê jî ji bo gotûbêjkirina pirsa hilbijartina Serokomarê Iraqê û pêkanîna hikûmeta nû, serdana Bexdayê bike

Navenda Nûçeyan (K24) – Kandîdê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bo postê Serokomara Iraqê Rêber Ehmed gihîşt Bexdayê û biryar e ligel Fraksiyona PDKê û çend aliyên din bicive.

Biryar e roja 26ê Adara 2022an Encûmena Nûneran a Iraqê rûniştineke taybet ji bo hilbijardina Serokomarê Iraqê encam bide ku Rêber Ehmed yek ji kandîdên bihêz ên wê postê ye.

Hevdem jî, jêderekî agahdar ji K24ê re ragihand, biryar e şandeke PDKê ji bo gotûbêjkirina pirsa hilbijartina Serokomarê Iraqê û pêkanîna hikûmeta nû ligel aliyên siyasî yên Iraqê, serdana Bexdayê bike.

Li gor zanyariyan, şanda PDKê bi serokatiya Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî û endametiya Cafer Êmînkî, Nazenîn Weso û Erefat Kerem dibe.