Konsulê Rûsyayê Newrozê li gelê Kurd pîroz dike

Konsulê Rûsyayê yê li Hewlêrê: Bextewer im di dema ahengên Newrozê de, ez li Hewlêrê me

Navenda Nûçeyan (K24) – Konsulê Rûsyayê yê li Hewlêrê Levîn Oleg Vladimirovich roja sêşemê cejna Newrozê li gelê Kurd pîroz kir.

Konsulê Rûsyayê yê li Hewlêrê Levîn Oleg Vladimirovich ji K24 re got: “Bextewer im di dema ahengên Newrozê de, ez li vir li Hewlêrê me”.

Wî Dîplomatê Rûsî amaje bi wê yekê jî kir, ew kêfxweş e ku gelê Kurd agirê Newrozê pêxistiye, di heman demê de jî malbat li cihekî kom dibin û bi hev re pîrozbahiyê dikin.

Piştî ku êvara 20ê Adarê Serok Mesûd Barzanî agirê Newrozê li parka Şaneder a Hewlêrê vêxist, li ser asta navxwe û navdewletî, mezin dîplomatkar, serkirde û kesayetiyên siyasî, cejna Newrozê li gelê Kurd pîroz kirin.