Konsulê Tirkiyê: Herêma Kurdistanê di warê veberhênan û bazirganiyê de ji bo Tirkiyê hevkareke girîng e

Navenda Nûçeyan (K24) – Konsulê Giştî yê Tirkiyê li Hewlêrê Mevlut Yakut di yekemîn civîna Korbenda Bazirganî û Pîşesazî ya Iraqê de gotarek pêşkêş kir û ragihand, ew pêbend in li ser bihêzkirina pêwendiyên aborî û bazirganî yên ligel Herêma Kurdistanê.

Konsulê Giştî yê Tirkiyê got: “Hebûna me ya li vir nîşan dide ku Tirkiye ji bo xurtkirina hevkariya aborî ya bi hevkarên xwe re pabend e. Sînorekî me ya hevbeş û dîrokeke me ya dirêj li gel Herêma Kurdistanê heye. Herêma Kurdistanê di warê kultur, veberhênan û bazirganiyê de ji bo Tirkiyeyê hevbeşeke girîng e. Civîna îro jî dê di pêşerojê de rê li ber hevkariyên zêdetir veke.”

Herwiha got: “Ev korbend, derfeteke girîng e ji bo peydakirina derfetên karan û nîşandana şiyanên li pêşiya me ji bo bihêzkirina hevkariya xwe," wî got. Werin em bi hev re firsendên nû peyda bikin, nêrînên xwe parve bikin û hevkariyên mayînde ava bikin.Ez ji têkiliyên aborî yên Tirkiye û Herêma Kurdistanê gelek geşbîn im.