PDK li Bexdayê dest bi danûstandinê ligel aliyên Iraqî dike

Şandeke PDKê ji bo gotûbêjkirina pirsa hilbijartina Serokomarê Iraqê û pêkanîna hikûmeta nû ligel aliyên siyasî yên Iraqê, serdana Bexdayê bike

Navenda Nûçeyan (K24) – Îro sandeke Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji bo danûstandin û amadekariyên ji bo hilbijartina Serokomarê Iraqê, diçe Bexdayê.

Jêderekî agahdar ji K24ê re ragihand, şandeke PDKê ji bo gotûbêjkirina pirsa hilbijartina Serokomarê Iraqê û pêkanîna hikûmeta nû ligel aliyên siyasî yên Iraqê, serdana Bexdayê bike.

Li gor zanyariyan, şanda PDKê bi serokatiya Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî û endametiya Cafer Êmînkî, Nazenîn Weso û Erefat Kerem dibe.

Biryar e roja 26ê Adara 2022an Encûmena Nûneran a Iraqê rûniştineke taybet ji bo hilbijardina Serokomarê Iraqê encam bide ku Rêber Ehmed yek ji kandîdên bihêz ên wê postê ye.

Her di vê çarçoveyê de jî, Kandîdê PDKê bo postê Serokomara Iraqê Rêber Ehmed, duhî gihîştibû Bexdayê.