Li çar parêzgehên Bakurê Kurdistanê rêyên 385 gundan hatin girtin

Pêleke barîna berfê di destpêka biharê de hejmarek parêzgehên Bakurê Kurdistanê daye ber xwe.

Navenda Nûçeyan (K24) - Li parêzgehên Wan, Colemêrg, Bedlîs û Mûşê yên Bakurê Kurdistanê, ji ber berfê rêya 385 gundan hat girtin.

Pêleke barîna berfê di destpêka biharê de hejmarek parêzgehên Bakurê Kurdistanê daye ber xwe û ji ber barîna berfê rêyên 385 gundan li çar parêzgehên Wan, Colemêrg, Bedlîs û Mûşê hatine girtin.

Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ragihand ku ji ber berf û pûkê rêya 22 gundan hatiye girtin. Tîmên şaredariyê ji bo vekirina rêyan xebatên xwe berdewam dikin.

Parêzgariya Wanê jî ragihand, tê çaverêkirin îro demên nîvro li navçeyên başûr ên parêzgehê berfeke zêde destpê bike û heta sibehê berdewam bike.

Rêveberê Îdareya Taybet a Bajêrê Mûşê Şeyhmus Yentur jî ragihand, ji ber berfê rêya 67 gundan hatiye girtin û xebatên vekirina rêyan berdewam in. Herwiha li navenda Mûşê jî tîmên şaredariyê dest bi paqijkirina cade û kolanan kirine.

Rêveberê Îdareya Taybet a Colemêrgê ragihand, ji ber keşûhewaya nerênî rêya 40 gundan hatiye girtin û di encama xebatan de rêya 38 gundan hat vekirin. Tîmên Rêveberiya Îdareya Taybet a Bajêr, ji bo vekirina rêyan bênavber dixebitin.

Li Bedlîsê jî hefteyekê zêdetir e berf dibare û rêya 294 gundan hatiye girtin û xebatên vekirina rêyan berdewam in. Li navenda bajêr jî tîmên şaredariyê dest bi xebatên paqijkirina berfê kirin.