Raporeke Ewropayê hişyariyê derbarê rewşa Kerkûkê de dide
Navenda Nûçeyan (K24) – Raporeke Ewropî hişyarî dide ku rewşa Kerkûkê ne ewqas biçûk e ku aloziyên li bajêr tenê weke parêzgehekê were dîtin, pirsgirêk ji ya ku xuya dike pir mezintir e û di her kêliyê de dikare mîna enerjiyek veşartî li seranserê herêmê biteqe.
Di raporê de hatiye gotin ku her çend Kerkûk tenê parêzgehek e, lê cihê nakokiyên herêmî ye û eger çareseriyeke rîşeyî û destûrî ji bo wî bajarî neyê dîtin, egera derketina aloziyan li ser sînorên Iraq û Herêma Kurdistanê, Tirkiye û Îranê heye û agirê rageşiya li wî bajarî, tevahiya Rojhilatê Navîn bişewitîne.
Enstîtuya Pêwendiyên Derve ya Konseya Ewropayê di raportekê de tekez dike, aloziyên vê dawiyê yên li Kerkûkê, nîşana hebûna nakokiyên tund û veşartî di nava pêkhateya îdarî yên hikûmeta Bexdayê de heye û di her kêliyekê de dibe ku rê li ber destêwerdana welatên cîran û rewşek ne aram li seranserê herêmê veke.
Di raporê de hat gotin, Kerkûk, ku piraniya şêniyê wê Kurd, Ereb û Tirkmen in, bi dehsalan e li Iraqê cihê nakokiyê ye, lê piştî rûxandina rejîmê di sala 2003'an de, ew tundtir bûye. Di demekê de ku Kurd parêzgehê bi xaka Kurdistanê dizanin û di destûrê de jî tekezî li ser lidarxistina referandumê piştî serjimêriya niştecihên wê tê kirin, lê gelek pirsgirêk ji bo vê pirsê hatine çêkirin. Dema ku Herêma Kurdistanê referandum di sala 2017an kir, hikûmeta Bexdayê bi zorê desthilata xwe li ser bajêr ferz kir.
Rapor behsa metirsiya rewşê dike û tê gotin, eger pirsgirêka parêzgehê neyê çareserkirin, ne dûr e ku ji ber hilbijartinên encûmenên parêzgehê, ew alozî bo Tirkiye û Îranê jî dirêj bibin û cureyek bêaramiyê li tevahiya herêmê derkeve.
Di raporê de hatiye: Her çend e Sûdan hewl dide hevsengiyê pêk bîne û biryara wî ya vekirina baregeha PDKê li Kerkûkê ji bo wê yekê bû, lê ji ber serdestiya toreke aloz a grûp û hevpeymaniyên cuda li ser desthilatê, helwesta Sûdanê di biryardan û çarekirina pirsên hestiyar de lawaz kiriye. Sûdanî xwe deyndarê aliyên ku di hikûmetê pêk anîne dizane, bi taybetî aliyên girêdayî Îranê ku tevgera welat felc kiriye.
Rapor dibêje: Trajediya vê dawiyê ya li Kerkûkê, şaşiyeke aşkere bû ji bo siyasetmedarekî wek Sûdanî, ku nekarî pêşiya kuştina çar xwepêşanderên Kurd li bajêr bigire. Piştre, her çend e Sûdanî hewl hevtêgihîştinê da, lê nekarî soza xwe pêk bîne û hevsengiya di navbera hevalbendên xwe yên Kurd û Ereban de biparêze û ji ber serdestiya aliyên Erebî di nav hevpeymaniya desthilatdar de, di vekirina baregeha PDKê li Kerkûkê de biser neket.
Di raporê de hat gotin, “Heya ku Kerkûk li Iraqê xalê nakokiyê bimîne, metirsiya rewşeke nedilxwaz vekirî dimîne, her çend e ku hikûmeta Sûdanî aramiya li deverên din ên Iraqê kontrol bike, lê pirsa çarenivîsa Kerkûkê û pêwendiyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Bexdayê de bêbersiv maye. Di demekê de ku Kerkûk tenê parêzgehek e, lê navenda nakokiyên herêmê ye û dibe ku agirê aloziyan seranserî Rojhilata Navîn bişewitîne.