Li Diyarbekirê Yekemîn Pêşangeha Geştyarî û Gastronomiyê tê lidarxistin

Ji Herêma Kurdistanê jî şandeyeke siyasetmedar û karsazan beşdarî pêşangehê dibin
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Li Diyarbekirê di 24ê Adarê de 1emîn Pêşangeha Gastronomî û Geştyariyê ya Mezopotamyayê tê lidarxistin. Ji Herêma Kurdistan û Iraqê û hin welatên din bi sedan rayedar û karsaz beşdar dibin. Serokê Jûra Pîşesazî û Bazirganî ya Diyarbekirê Mehmet Kaya got; bi vê pêşangehê ew dixwazin pêwendiyên Tirkiye û Herêma Kurdistanê bên pêşvebirin û salane bihayê 50 milyar dolar kirîn û firotin bê kirin. Karsaz Îhsan Ogurlu jî got; heger pirsgirêka vîzeyê bê rakirin dê pêwendî geştir bibin.

Li Diyarbekirê di 24 û 27ê Adarê de 1emîn Pêşangeha Gastronomî û Geştyariyê ya Mezopotamyayê tê lidarxistin. Pêşangeh, bi mazûvaniya Parêzgeriya Diyarbekirê û Jûra Pîşesazî û Bazirganî û Tursabê tê lidarxistin. Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw û serok û rêveberên Jûrên Pîşesazî û Bazirganî yên Hewlêr, Silêmanî û Duhokê û rêveberên saziyên geştyarî yên Hewlêr, Duhok û Amêdiyê jî beşdar dibin. Her dîsa ji welatên wekî Portekîz, Belçîka, Rusya, Îspanya, Frensa, Kamboçya, Azerbeycan, Îran û Ozbekîstanê jî dê rayedar û karsaz beşdar bibin. Serokê Jûra Pîşesazî û Bazirganî ya Diyarbekirê Mehmet Kaya got; di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistan û Iraqê de salane bihayê 11 milyar dolar bazirganî tê kirin lê heger pirsgirêka vîzeyê û gumrikê bê çareserkirin û hatûçûn zêdetir bibe salane bihayê 50 milyar dolar jî dikare kirîn û firotin bê kirin.

Serokê Jûra Bazirganî û Pîşesaziya Diyarbekirê Mehmet Kaya ji K24ê re got: “Bazara Herêma Kurdistanê û Iraqê ji bo geşbûn û pêşveçûna abûriya Tirkiyeyê gelek guncav e. Bi têkiliyên baş yên siyasî abûrî jî pêş ve diçe. Tirkiye dikare bi Herêma Kurdistanê û Iraqê re salane bihayê 50 milyar dolar jî bazirganî bike. Her ku mirovê herdu aliyan bên û biçin têkilî jî gerimtir dibe. Nêrîna Enqereyê ya li ser pêşvebirina pêwendiyên bi Herêma Kurdistanê re baş e lê belê divê ev pêwendî baştir bibin.”

Di navbera Herêma Kurdistan, Iraq û Tirkiyeyê de di sala 2015an de bihayê 15 milyar dolar bazirganî hat kirin lê ji ber bandora pandemiyê di 2020an de ev yek daket 11 milyar dolaran. Bazara Kurdistan û Iraqê ji bo Tirkiyeyê wekî  bazareke guncav tê nirxandin. Tirkiye, bi taybetî derfirotina kelûpelên avahîsaziyê, xwarin û vexwarin û tekstîlê dike û ji Kurdistanê jî petrol û berhemên petrole dikire. Tirkiye %35ê sotemeniya xwe ji bazara Iraq û Herêma Kurdistanê dikire. Karsaz Îhsan Ogurlu got; ji ber pirsgirêka vîzeyê ew gelek astengiyan dijîn û divê demildest Tirkiye vê pirsgirêkê çareser bike da ku abûriya herdu aliyan jî geş bibe.

Karsaz Îhsan Ogurlu dibêje: “Pêwîstiya Tirkiyeyê bi zêdeyî bi vê bazarê Herêma Kurdistanê û Iraqê heye. Li Tirkiyeyê pertol û gaza surûştî nîne. Li Tirkiyeyê hilberîn heye li Kurdistanê hilberîn kêm e,  ji ber vê yekê  pêwîstiya her dua liyan jî bi hev heye. Siyaset pêşiya abûriyê vedike, heger pêwendiyên siyasî baş bin dê abûriya her dua liyan jî geş be. Ji Ewrûpayê zêdetir derfetên bazirganiyê heye lê çûnûhatin kêm e. Em dixwazin çûnûhatin zêdetir be da bazirganî jî baştir bibe.”

Her sal ji Herêma Kurdistanê bi sedhezaran karsaz û welatî ji ber geştyariya bazirganî, tenduristî û çandî serdana Bakur û Tirkiyê dikin. Bi vê pêşangehê armanc ew e ku danasîna derfet û berheman bê kirin û riya hatûçûnê were hêsankirin. Pêşangeh dê heta 27ê Adarê vekirî be.