Karsazên Kurd ên li Ukraynayê dijîn alîkariyên mirovî pêşkêş dikin

kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Karsazên Kurd li bajarê Lvîv alikariyên mirovî pêşkêşî koçberên Kîev û bajarên ji ber şerê di nav Ukreyna û Rûsyayê de hatine hilweşandin dikin. Li aliyekî jî bo leşkerên li eniyê şer dikin rojane her bi dan, xwarinê amade dikin û dişînin bo wan, digel alîkariya ciwanên keç yên Ukreynî.

Li aliyekî muzakereyên şer li aliyekî şerê di nava Ukreyna û Rûsyayê de bi hemû gûrehiya xwe berdewam dike. Li bajarê Lvîvê ku 40 kîlometreyan nêzîkî sînorê Polandayê ye, digel welatiyên Ukreynayê karsazên Kurd yên ku li bajarê Lvîvê ne ew jî di vê serdema dijwar ya Ukreynayê de mil didinê. Karsazê Kurd Umut Bayarê ku bi salan e li Ukreynayê dijî ji bo leşkerên Ukreynayê yên li eniyê û ji bo penaberên koçî Lvîvê kirine di kargeha xwe de alîkariya xwarinê dide. Xarinên ku li kargeha wî têne amadekirin hem ji bo eniyê têne şandin û hem jî ji bo wan penaberên neçar ku ji şer reviyane û li Lvîvê bi cih bûne têne şandin.

Karsazê Kurd Umut Bayar ji K24ê re got: “Beriya her tiştî em ji şer nereviyan. Wek karsazên Kurd û Tirk li vê derê kar dikin. Em li vê derê bo wan mirovên ku ji Kîev û deverên din hatine xwarinê amade dikin. Em ji bo wan sandowîçan amade dikin û ji aliyê maddî û manewî ve alikariyê didin wan. Herwiha ji bilî vê çi ji destê me tê em dikin ji bo van kesan.” 

Keç û xortên Ukreynî yên li bajarê Lvîvê dijîn jî ji bo amadekirin û her cûre alikariyan xwe kirine xwebeş û ew jî li van kargehan bo amadekirina xwarinan alikariyê didin karsazan.

Ciwana Ukreynî Marta Panchyniak dibêje: “Navê min Marta ye. Em li vê derê ji bo penaberan û leşkerên parastina welatê me dikin xwarinê amade dikin. Pir xelk hatine ji ber dagirkerên Rûs. Em, çi ji me tê dikin ji wan mirovan re da ku jiyaneke baş ji wan re dabîn bikin. Ev xwarin hemû bê pereye ji ber ku xwebexş jî alikariya me dikin û radestî me dikin. Em hemû hem dibin yek û hem jî alikariya hev dikin.”

Ciwana Ukreynî Aniya Dynderys got: “Navê min Aniya ye ez xwebexş im. Em alikariya wan kesên hewcedar in dikin. Kesên ku bê war û mal mane. Ji zarokên ku bê dê û bav mane ji ber şer. Em karekî baş dikin ji ber ku bi vê hincetê hemû Ukreynî jî bûne yek. Xwarinê ji me re tînin em jî amade dikin û digihînin deverên pêwîst.”

Bi dehan kargeh, karsaz, welatî, dam û dezgehên medenî yên navdewletî jî di bin dengê zengilên agahdariya şer û car caran bordûmanê de wek xwebexşan li bajarê Lvîv alîkariyên mirovî digihînin bi sed hezaran penaberên li bajêr hatine bicih kirin ku ji Kîev û bajarên din yên hilweşiyayî koç kirine û hemû jiyana xwe li paş xwe hiştine.