Li Swîsreyê mezintirîn konsera stranên Kurdî tê lidarxistin

Bi boneya sersala Kurdî û cejna Newrozê, biryar e di roja 26ê vê mehê de li bajarê Bern yê Swîsreyê, konsereke mezin a stranan were lidarxistin.
Hunermendên Kurd, Nazdar, Romî Herkî, Heval Îbrahîm, Hanî, Ezîz Weysî û Şerîf Omerî beşdar in
Hunermendên Kurd, Nazdar, Romî Herkî, Heval Îbrahîm, Hanî, Ezîz Weysî û Şerîf Omerî beşdar in

Hewlêr (K24) – Bi boneya sersala Kurdî û cejna Newrozê, biryar e di roja 26ê vê mehê de li bajarê Bern yê Swîsreyê, konsereke mezin a stranan bi beşdariya hunermendên Kurd, Nazdar, Romî Herkî, Heval Îbrahîm, Hanî, Ezîz Weysî û Şerîf Omerî birêve biçe.

Di konserê de 5 hezar alayên Kurdistanê dê werin belavkirin û herwiha di çalakiyeke din de wêneyên hemû şehîdên Pêşmerge yên şerê li dijî DAIŞê werin nimayîşkirin.

Xwediyê Newroz Production û koordînatorê konserê Mihemed Xurşîd ji K24ê re ragihand; roja 26ê Adarê bi amadebûna 6 hunermendan li bajarê Bern yê Swîsreyê konsera herî mezin a stranê were sazkirin, ev aheng jî li ser asta Swîsreyê dê bibe ahenga herî mezin.

Mihemed Xurşîd destnîşan kir: “Tiştê ku vê konserê ji konserên din ên Ewropayê cuda dike ew e ku hestê netewî û hevsoziya ji bo giyanê pak ê şehîdên me yên Pêşmerge derdixe holê. Loma zêdetirî 5 hezar alayên Kurdistanê di rojekê de pêşkêşî mêvan û amadebûyan dê were kirin, herwiha me biryar da, dahata ahengê ji bo Nexweşxaneya Hîwa were terxankirin.”