Pêşangeha Mezopotamyayê ya Diyarbekirê bi beşdariya Parêzgarê Hewlêrê dest pê kir

Yekemîn Pêşangeha Geştiyarî û Gastronomiyê ya Mazopotamya li Diyarbekirê destpê kir.
Diyarbekir
Diyarbekir

Diyarbekir (K24) - Yekemîn Pêşangeha Geştiyarî û  Gastronomiyê ya Mazopotamya li Diyarbekirê destpê kir. Pêşangeha ku 56 marqa bi 58 standan beşdarî kirin de, ji Herema Kurdistanê jî Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw û şandeke ji karsaz û bazirganan pêkhatî beşdar bûn. Omêd Xoşnaw di axaftina xwe ya destpêka pêşangehê de, raghand ku divê pêwendiyên heyî baştir bibin û balê kişand ku Herema Kurdistanê ji bo sermiyandaran xaleke ewle ye û bi derfetê pêşngehê jî sermiyandaran vedixiwîne ku ramedanan li herema Kurdistanê bikin.

Li Diyarbekirê Yekemîn pêşangeha geştiyarî û gastronomiyê ya Mezopotamyayê bi beşdariya Parêzgarê Diyarbekirê Munîr Karaloglû, Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw, Wezîrê Geştiyarî û Çandî Yê  Komara Tirk yê Bakûrê Kibrisê Fikrî Ataoglû, Serokê Jûra Bazirganî û Pişesazya Diyarbekirê Mehmet Kaya û rêvebirên jûrên bazirganî û geştiyarî yên li Tirkiyê û herema Kurdistanê destpê kir.

Parêzgarê Hewlerê Omêd Xoşnaw lidarxistina pêşangehê û xurtbûyîna pêwendiyên herema Kurdistanê bi Diyarbekirê re girîng nirxand û anî ziman ku divê rê bên xweşkirin da ku sûdbexşiya herdû welatan jî baştir bibe. Parêzgarê Hewlerê da zanîn ku ew amadene ji bo pêşxistin û başkirina pêwendiyan û balê kiaşnd ku divê seferên rastewxwe di navbera Diyarbekir û Hewlêrê de jî bên despêkirin û zêdekirin.

Omêd Xoşnaw ji K24ê re diyar kir:”Beşdariya vê pêşangeha li Amedê ya Serokê Jûra Bazirganî yê Herema Kurdistanê, Rêvebirên Giştî yên Geştûguzarî yên Hewlêr, Duhok û Silêmanî nîşaneya pêşdebirina pêwendiyên me ye. Karnameya Hikumeta me de girîngî tê dayîn ku çavkaniyên dahatê bên zêdekirin û berfirehkirin. Welatê me jî xwedî taybetmendiyên siruştî yên geşt û guzarî ye. Bi projeyên wiha jî ew pêwendî di navbera Herema Kurdistan û welatê Tirkiyê de xurt dibe û hevkarî û hokarî zêdetir dibin. Dîsa derfetê kar û ramedanan jî li gel me berfireye û me silavên Serokwezîrê Herema Kurdistanê jî gihand ku kompanyayên li Tirkiyê vexwînin ku jixwe li Herema Kurdistan, gelek kompanyayên biyanî hene û zêdetirên wan jî yên ji Tirkiyê ne. em dixwazin û kompanya vedixwînin ku ramedanên xwe zêdetir bikin û emê jî karhêsaniyan bikin. Dîsa em daxwaz dikin ku geştên navbera Hewlêr û Amed jî destpê bikin û spasî dikim ku Parêzgarê Diyarbekirê Munîr Karaloglû jî bi erênî bersiva vê daxwazê da. Emê li ser bixwebitin da ku zûtirîn dem geştên navbera Hewlêr û Amed destpê bikin.”

Di pêşangehê de, li gel geştiyarî û pêwendiyên geşt û guzarî, tamên taybet yên xwecîh jî tên danasîn û her deverekî bi tamên xwe ciyê xwe girtine.

Li vê standê jî tam û berhemên taybet yên Hênê ya navçeya Diyarbekirê tên danasîn û Serokê Şaredariya Hênê Îbrahîm Lale jî derfetên danasînê girîng nirxand.

Serokê Şaredariya Hênê Îbrahîm Lale diyar kir: “Keda kê di di lidarxistina vê yekemîn pêşangeha geştiyarî û gastronomiyê de hebe, ez spasîya wan dikim û destxweşî li wan dikim. Diyarbekir bi dîroka xwe, çand û xwarinên xwe bajarekî serekî yê cîhanê ye. L3e mixabin, me vî bajarê dinyayê bi hêjayî nedaye danasîn. Înşelah îsal bi yekemîn pêşangeha gastronomî û geştiyarî ve, ji niha û pêde emê rastiya Diyarbekirê bikarin nîşan bidin.”

Yekemîn Pêşangeha Geştiyarî û Gastronomiyê ya Mezopotamyayê dê heta 27’ê Adarê ji bo serdanan vekirî bimîne.