Serokwezîr Mesrûr Barzanî gihîşte Îmaratê

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi serdanekê gihîşte Îmarata Erebî û beşdarî Foruma Cîhanî ya Enerjiyê dibe.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi serdanekê gihîşte Îmarata Erebî û beşdarî Foruma Cîhanî ya Enerjiyê dibe.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li Îmaratê beşdarî Foruma Cîhanî ya Enerjiyê dibe, ku rojên 28-29ê Adarê li bajarê Dubey dê were lidarxistin û çendîn rayedar û şarezayên warê enerjiyê beşdar dibin û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê jî yek ji axaftvanên sereke yê forumê ye.

Mesrûr Barzanî dê herwiha beşdarî Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan bibe, ku her sal bi beşdariya çendîn rayedar û kesayetên bi nav û deng ên cîhanê li bajarê Dubey birêve diçe. Îsal lûtke di rojên 29-30ê Adarê de were encamdan.

Herwiha biryar e Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bilî beşdarbûna Foruma Cîhanî ya Enerjiyê û Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan, ligel rayedarên payebilind ên Îmaratê jî bicive.