Mesrûr Barzanî: Em ê derfetên veberhênana li enerjiya Kurdistanê gotûbêj bikin
Hewlêr (K24) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo beşdarbûna Foruma Cîhanî ya Enerjiyê, bi serdanekê gihîşte Îmarata Erebî.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Ez kêfxweş im ku careke din serdana Îmaratê dikim.”
Mesrûr Barzanî destnîşan kir: “Ez bi peroş im ji bo beşdarbûna Foruma Cîhanî ya Enerjiyê û Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan.”
Herwiha eşkere kir: “Em ê li Foruma Enerjiyê geşedanên herî dawî yên navçeyê biaxivin.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê diyar kir: “Em ê derfetên veberhênana sektora enerjiyê ya Kurdistanê gotûbêj bikin.”
Foruma Cîhanî ya Enerjiyê dê rojên 28-29ê Adarê li bajarê Dubey were lidarxistin û çendîn rayedar û şarezayên warê enerjiyê beşdar bibin, ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê jî yek ji axaftvanên sereke yê forumê ye.
I'm pleased to be back in the UAE to brief investors on opportunities in our energy sector and discuss with the leadership recent regional developments.
— Masrour Barzani (@masrour_barzani) March 25, 2022
Looking forward to #ACEnergyForum and #WorldGovSummit -mb.