Li Erebistanê 50 tîmên agirkuj hewl didin şewata li wêstgeha sotemeniyê vemirînin
Navenda Nûçeyan (K24) – 50 tîmên agirkuj li ser vemirandina wê şewatê dixebitin, ku ji ber êrîşeke mûşekî agir bi wêstgeheke sotemeniyê ya Aramco ketiye, şewat ji duh êvarê ve derketiye, lê heta vê sibê jî tîmên agirkuj bi vemirandina şewatê ve mijûl in.
Malpera El Erebiye ragihand; duh êvarê wêstgeha Aramco ya li Cîdeyê bi mûşekek shatiye armanckirin, di heman demê de wêstgeha Muxtare ya li navçeya Cazan hatiye armanckirin, lê di wan herdu êrîşan de ziyanên canî tune ye.
Hevpeymaniya Piştevaniya Şeriye ya li Yemenê di daxuyaniyekê de eşkere kir, bi dron û mûşekan êrîşî Erebistana Siûdî kirine, Wezareta Derve ya Amerîkayê jî ev êrîş şermezar kir.
Cîgira Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Jalina Porter ragihand; Washington êrîşa Husiyan a li ser saziya petrolê ya Erebistana Siûdî şermezar dike û ev yek nayê qebûlkirin.
#SaudiArabia #Yemen - Video that shows scale of fire at Aramco oil facility in #Jeddah after #Houthi attack #جدة_الآن #SaudiArabiaGP #أرامكو pic.twitter.com/4SESNkvJBR
— sebastian usher (@sebusher) March 25, 2022