2yemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Stenbolê dest pê kir

Hejmareke zêde sînemakar, derhêner ên ji çar perçeyên Kurdistanê beşdarî festîvalê bûn bal kişandin ser girîngiya sînemayê bo çand û zimanê Kurdî.
author_image Ercan Dag
kurdistan24.net

Stenbol (K24) - Duyemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Stenbolê bi nîşandana fîlma Kurdên Êzidî ku di sala 1933an de li gundekî Kurd a li Ermenîstanê hatiye kişandin dest pê kir. Di festîvalê de 28 fîlmên metrajdirêj, kurtefîlm, belgefîlm ku behsa çand, dîrok û serpêhatiyên Kurdan dike cih digirin. Hejmareke zêde sînemakar, derhêner ên ji çar perçeyên Kurdistanê beşdarî festîvalê bûn bal kişandin ser girîngiya sînemayê bo çand û zimanê Kurdî.

Amadekar û gelek beşdarên festîvalê ji ber ku dema ahenga Newrozê li Diyarbekirê lixwekirina cilên Kurdî ji hêla polêsên Tirkiyê ve hatibû qedexekirin, di merasîma festîvalê de bi lixwekirina cil û bergên Kurdî berteka xwe nîşanî wê qedexeyê dan.

Endama Komîteya Festîvalê Xezal Gultekîn da zanîn ji ber ku pergala heyî li Tirkiyê rêgirî li ser çand û sinemaya Kurdî dike loma ew bi xwe wek kedkarên Kurdî festîvalên wiha didin sazkirin.

Xezal Gultekîn ji K24ê re diyar kir: “Me berî niha carekê ev festîval saz kir û di wir de em têgihiştin ku gelê me dixwaze çîrokên xwe di salonan de temaşe bikin li ser van nîqaş bikin û dixwazin zêdetir di festîvalê de fîlm werin nîşandan da ku bibînin.”

Di yekem roja festîvalê de fîlma “Kurdên Êzidî” ku li gundekî Kurdan a li Ermenîstanê hatiye kişandin û behsa dijayetiya şêx û axayan li ser perwerdehî, qala jiyana bi zehmet a jinan û girîngiya xwendinê dike hat nîşandan.

Di festîvalê de ji Rojava, Bakur, Rojhilat û Başûrê Kurdistanê gelek sînemakar, derhêner û lîstîkvan hatin ba hev.

Derhêner û sînemakar Zanyar Mihemmedînikû diyar kir: “4 fîlmên min hene. 2 fîlm ji Rojhilat, 2 fîlm jî li aliyê Başûr in. Fîlmeke min a bi navê “Şiwênpence” di vê festîvalê de tê nîşandan.  Karîgeriyeke mezin a festîvalê li ser çanda me ya Kurdan heye. Hêza sînemayê ji gotin û nivîsandinê zêdetir e. Tiştê ku tê dîtin, karîgeriya wê li ser mirovan gelek zêde dibe. Hêvîdar im festîvalên wiha her berdewam bin.”

Koordînatora Festîvala Fîlmên Navdewletî ya Silêmanî Mihrîban Rizgar jî ragihand: “Salane bi rêk û pêk sazkirina festîvalên wiha ku gelek fîlmên Kurdî ji her çar perçeyan tê da cîh digirin, bo Kurdan bi taybet bo niştecîhên Kur dli Stenbolê bo hevnasîn bo hevgirtin û bo pêşketinê gelek girîng e. Rewşeke gelek xweş div ê festîvalê de heye ku ji her çar perçeyên welêt remz û nîşaneyên xweştir hene, zaravayên cuda yên Kurdî festîvalê de tên axafin ku em pê dilxweş in.”

Hevserok û gelek rêvebirên HDPê jî beşdarî festîvalê bûn û bal kişandin ser girîngiya festîvala fîlmên Kurdî bo çand û zimanê Kurdan.

Hevseroka HDPê Pervîn Buldan ragihand: “Festîvala Fîlmên Kurdî bi taybet di serdemeke wiha de ku gelek zext û qedexe li ser Kurdî û Kurdan heye gelek girîng e û pêdivî pê heye. Di festîvalê de bi rêya fîlman nîşandana çand, dîrok, kêfxweşî û êşa Kurdan gelek bi qîmet in. Bi rêya festîvalê, dîroka Kurdan jî tê nîşandan. Ez spasiya hemû kesan dikim ku ked dane vê festîvalê.”

Hevserokê HDPê Mîthat Sancar jî destnîşan kir: “Li hember zêdebûna polîtîkayên lawazkirina çand û zimanê Kurdan, lidarxistina festîvalên wiha gelek bi qîmet in û em girîngî pê didin. Li dijî pişaftinê ev festîval nîşaneya ked û têkoşînê ye. Çanda Kurdî, bi berxwedanê dê bi pêş bikeve. Loma sînema wareke gelek girîng e. Gelek sînemakarên ciwan hene ku li ser çand, dîrok û jiyana Kurdan xebat dikin û bi rêya sînemayê serpêhatiyên Kurdan nadin jibîrkirin. Wate bîra Kurdan zindî dihêlin. Ez bang li hemû kesan dikim ku piştgiriya festîvalên wiha bikin.”

Festîvala ku ji hêla Kolektîfa Sînemayê ya Navenda Çand a Mezopotamyayê ve tê lidarxistin heta 29ê Adarê bi nîşandana 28 fîlman ku tê da metrajdirêj, kurtefîlm û belgefîlm hene wê berdewam bike.