Ji bo 19 hezar şagirtên Kurdî 35 hezar pirtûk tên şandin

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Piştî helmeta dersên bijarde yên Kurdî, ji bo xwendekarên ku dersên Kurdî  bijartine, 35 hezar pirtûkên ku hatine tomar kirin, ji bo wan xwendekaran tên veguhastin. Însiyatîfa Mamosteyên Kurdî li weşanxaneya Pirtûka Kurdî, pirtûkên ku hatin bexşandin ji bo şagirtên dersên Kurdî dabeş dikin û dişînin.

Însiyatîfa Mamosteyên Kurdî, pirtûkên ku ji aliyê weşanxane, sazî û kesayetên xwebexş Kurd  ve hatine bexşandin, dabeş dikin û ji bo şagirtên ku dersên Kurdî bijartine dişînin. Di serdema ku helemtên hilbijartina dersên Kurdî ji aliyê saziyên zimên yên wek HezKurd, Platforma Zimanê Kurdî û Tora Zimanê Kurdî ve dihat meşandin, gelek wşanxane û kesayetan soza piştgiriya dayîna pirtûkan dabû.

Akademisyen Kenanê Nado ku hevkariya Însiyatifa Mamosteyên Kudî dike da ku pirtûkên tomrkirî bên veguhastin, ragihand ku ciyê kêfxweşiyê ye ku zarokên Kurdan zersên zimanê xwe bijartine û ji aliyê dinde jî pirtûkên Kurdî ji bo wan tên bexşandin û diyarî kirin.

Akademisyen Kenanê Nado ji K24ê re got: “Kampanya bexşandina pirtûkan ji bo xwendekarên dersa hibijartî, bi rastî bi tevlêbûna gelek weşanxaneyên me yên ku pirtûkên wanyên zarokan hebûn, piştgiriya gelek xêzxwaz û xwebexşan teqrîben 35 hezar pirtûk hatine tomar kirin û diyarî kirin. Îro jî em ew pirtûkên hatine bexşandin û tomarkirin, hemû ji bo Diyarbekir pirtûka kurdî hatine şiyandin û emê bi Însiyatifa Mamosteyên Kurdî û HezKurdê re wan pirtûkan tesnîf û pakêt bikin û ji bo 85 dibîstan û 19 hezar xwendekaran re bişînin.”

Mamaosteyên ku ji beşên Kurdî derçûne, lê nehatina erkdar kirin jî balê dikşînin ku daxwaziyekî ji bo zimanê Kurdî heye û ew jî dixwazin, bi şiyanên xwe zarokên Kurd, bi Kurdî fêr bikin.

Fatma Şahîn jî Mamosteya Zimanê Kurdî ye ku niha bê kar e û tîne ziman ku wek Însiyatîfa Mamosteyên kurdî, wan jî li gel dersên bijarde helmeta tomarkirina piştgiriyên pirtûan kiriye û encam jî ciyê anaziyê ye.

Mamosta Fatma Şahîn dibêje : “Ev encam ciyê kêfxweşiyê ye. Ji ber ku li bakûrê Kurdistanê erkdarkirina mamosteyên Kurdî gelek nîn e, em jî bixwe bilkî nikarin bikevin polan û ders bidin wan şagirtan, lê qe nebe em dkarin bi vê rêyê, bi rêya tomarkirina pirtûkan û pirtûkan şiyandinê, piştgiriya zimanê Kurdî li dibîstanan bikin û şagirt jî pê wan pirtûkan Kurdî fêr bibin. Ev jî ciyê kêfxweşîyê ye.”

Mamosteyên Kurdî û nûnerên saziyên zimên, balê dikşînin ku hemetên ji bo zimanê Kurdî bi encam nehatine û çalakî, xebat û hevkariyên berdewam jî ji bo zimanê Kurdî pêwistin û dê ewê xebatên xwe bimeşînin û çaverêbin ku her tim piştgiriya hewladanên wiha jî bên kirin.