Fuad Husên: Iraq baca pirsgirêkên Îran û Amerîka dide

Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên: Lihevkirina atomî ya bi Îranê re, dikeve berjewendiya Iraqê

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Iraqê radigihîne, gelê Iraqê baca pirsgirêkên Îran û Amerîka yên li ser xaka Iraqê dide.

Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên li perawîza Korbenda Navdewletî ya Dohayê ji ajansa “Monitor” re ragihand, lihevkirina atomî ya bi Îranê re, dikeve berjewendiya Iraqê.

Got jî: Iraq bi berdewamî peyaman di navbera Amerîka û Îranê de di derbarê danûstandinên rêkeftina atomî de vediguhêzîne. Tekez kir ku gihîştina her du aliyan bo rêkeftinê dê bibe sedema aramiya rewşa navxweyî.

Aşkere kir jî: Wezîrê Derve yê Îranê telefonî min kir û got ku ew gihîştine qonaxa dawî ya danûstandinên li Viyanayê li ser plana kar a giştgîr û hevbeş.”

Husên di berdewamiya axaftina xwe de got: “Nakokiyên di navbera Washington û Îranê de bandora wê li ser axa Iraqê dibe û gelê Iraqê baca wê dide.”

Husên diyar kir ku êrîşa mûşekî ya Îranê ya di 13ê Adarê de li ser Hewlêrê pêk hatiye, dibe ku girêdayî hevdîtinên Viyenayê yan jî mijarên din ên herêmî be, lê hikûmeta Iraqê bi fermî nerazîbûna xwe gihand Îranê û lêkolînên xwe di êrîşê de dike, piştî bidawîbûna lêkolînan dê axaftina wan hebe.