Di şerê Rûsya û Ukraynayê de 12 rojnamevan hatine kuştin
Navenda Nûçeyan (K24) – Li gor amaran, heta niha di şerê di navbera Rûsya û Ukraynayê de, 12 rojnamevan hatine kuştin.
Serdozgera Giştî ya Ukraynayê Irina Venediktova li Facebookê belav kir, ji destpêka êrîşa artêşa Rûsya li ser Ukraynayê û heta niha, 12 rojnamevan hatine kuştin û 10 rojnamevanên din jî birîndar bûne.
Diyar kir jî, 56 kes ji endamên tîmên medyayî yên romala şerê li Ukraynayê dikin ketine ber êrîşên de, di nava wan de 15 kes biyanî ne.
Artêşa Rûsyayê di 24ê Sibata borî de dest bi êrîşa li ser Ukraynayê kir û heta niha ew şer berdewam e. Netewên Yekgirtî jî got, 6.5 mîlyon kes li hundurê Ukraynayê koçber bûne, herwiha 3.2 mîlyon kes ji ber şer reviyane derveyî welatê xwe.