Mesrûr Barzanî ligel Mîrê Şarîqe dicive

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo beşdarî  Korbenda Cîhanî ya Enerjiyê li Dubey bibe, bi serdanekê li Îmarata Erebî ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi serdaneke fermî li Îmaratê ye û îro ligel Mîrê Şarîqe Şêx Sultan Bin Mihemed Bin Seqir El Qasimî civiya.

Di civîna di navbera Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Mîrê Şarîqe de, pêşvebirina pêwendiyan hat guftûgokirin, bi taybet di warê perwerde, xwendin, kultur û piştevaniya li projeyên biçûk û sûdwergirtina ji ezmûna dewlemend  Şarîqe di warê kulturî û akademî de.

Biryar e jî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê îro ligel hejmarek ji serkirde û berpirsên pilebilind ên Îmarata Erebî bicive.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo beşdarî  Korbenda Cîhanî ya Enerjiyê bibe ku dê rojên 28-29ê Adarê dê li bajarê Dubey birêve biçe, roja 25/3/2022an bi serdanekê gihîşt Mîrnişîna Yekgirtî ya Îmarata Erebî.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî duhî Şemiyê 26ê Adara 2022an ligel Mîrê Res El Xeyme û Wezîrê Karûbarên Encûmena Wezîran a Îmaratê Mihemed civiyabû.