Amerîka: Sizayên li ser Supaya Pasdarên Îranê dê bimînin

Navenda Nûçeyan (K24) – Berpirsekî Amerîka radigihîne, eger rêkeftina atomî bê kirin jî, sizayên li ser Supaya Pasdarên Îranê dê her bimînin.

Nûnerê taybet yê Amerîka bo Îranê Robert Malley îro Yekşemê di konferansekê de li Dohayê piştrast kir, heta ku rêkeftina atomî bê kirin jî, cezayên welatê wî yên li dijî Supaya Pasdarên Îranê dê berdewam bin.

Ji ber destêwedana Îranê di Sûriye, Iraq û Yemenê de, Amerîka gelek siza li Supaya Pasdaran û karbidestên Îranê sepandine.

Ev yek di demekê de ye, Tehran, Amerîka û hêzên din ên rojavayî nêzîkî rêkeftinekê li ser bernameya atomî ya Îslamî ne.

Nêzîkî salek berî niha, Îran û hêzên ku hîn jî di rêketinama 2015`an de cih girtine (Fransa, Brîtanya, Almanya, Rûsiye û Çîn) li Vienna bi beşdariya nerasterast a Amerîkayê ku di sala 2018`an de bi awayekî yekalî ji wê peymanê vekişiyabû, dest bi gotûbêjan kiribûn.

Di wê derbarê de, Wezîrê Derve yê Îranê Emîr Ebdullahiyan roja Şemiyê bo yekem car bi awayekî fermî piştrast kir ku pirsa rakirina navê terorîst li ser Supaya Pasdaran di nav çend mijarên hilawîstî de ye.