Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê bi Wezîrê Ewlehiyê yê Brîtanyayê re civiya

Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezîrê Ewlehiyê yê Brîtanyayê / Wêne: hejmara Wezîrê Navxwe li tora civakî ya "X"ê
Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezîrê Ewlehiyê yê Brîtanyayê / Wêne: hejmara Wezîrê Navxwe li tora civakî ya "X"ê

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi Wezîrê Ewlehiyê yê Brîtanyayê re civiya û tekez li ser bihêzkirina peywendiyên Hewlêr û Londonê kir.

Êvara doh roja Sêşemê, 7ê Mijdara 2023ê, Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed bi Wezîrê Ewlehiyê yê Brîtanyayê Tom Tugendhat re civiya.

Li gor peyameke Rêber Ehmed ku li ser tora civakî ya “X”ê parve kiriye, herdu aliyan tekez li ser bihêzkirina peywendiyên Herêma Kurdistanê û Brîtanyayê kiriye û danûstandin li ser berdewambûna hevahengî û karên hevpar ên navbera xwe ji bo berhingarbûna terorê û rêkxistinên tawankariyan kiriye.

Roja Duşemê, 30ê Tebaxa 2023ê, jî Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed bi Wezîrê Ewlehiyê yê Brîtanyayê Tom Tugendhat re li Hewlêrê “hevfehimandina hevpar” li ser hevahengî û hevkarî û rahênanan di warê berhingarbûna tawanên rêkxistî de di navbera herdu hikûmetan de îmza kir.