Êrîş li baregeha PDKê ya li Bexdayê hate kirin

Alîgirên Heşda Şeibî êrîşî ser baregeha Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Bexdayê kirin û agir berdanê

Navenda Nûçeyan (K24) – Peyamnêrê K24ê da zanîn, alîgirên Heşda Şeibî şeva borî li ber çavên hêzên ewlehiyê êrîşî ser baregeha Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Bexdayê kirin û agir berdanê.

Peyamnêrê K24ê li Bexdayê got, hin ji kesên êrîşî ser baregeha PDKê kirine, bi otomobîlên leşkerî hatin cihê bûyerê û hêzên ewlehiyê agahdar kirin ku rêgiriyê li karê wan nekin.

Peyamnêrê me bal kişande ser wê yekê û got, niha rewşa siyasî ya Iraqê li pêş proseya pêkanîna hukûmetê û hilbijartina Serokkomarê, ji ber vê yekê dibe ku ev hewldanek ji bo têkdana vê proseyê be.

Li gor zanyariyan, hin kenalên nêzîkî mîlîşyayên çekdar, alîgir û çekdarên xwe han didin ji bo êrîşî ser baregeha PDKê bikin û wê bişewitînin.

Herwiha wan kenalên nêzîkî van mîlîşyayan, vîdyoyên êrîşkirina li ser baregeha PDKê jî belav kirin.

Baregeha Liqê 5 ê PDKê li Bexdayê li navçeya Kirade ye û ev cara duyem e aliyê alîgirên Heşda Şeibî êrîşî wê dikin û dişewitînin.