Serok Barzanî: Sivikatiya bi pîrozî û hîmayên bilind bi ti awayekî nayê qebûlkirin

Serok Barzanî peyamek derbarê sivikatîkirina bi merceiyeta bilind a Iraqê û şewitandina baregeha PDKê li Bexdayê belav kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî peyamek derbarê sivikatiya bi merceiyeta bilind a Iraqê û şewitandina baregeha Partiya Demokrat a Kurdistanê li Bexdayê de belav kir û ragihand, “Sivikkirina bi pîrozî û hîmayên bilind bi ti awayekî nayê qebûlkirin û binpêkirina hêlên sor e û gelek bi tundî wê sivikatiyê şermezar dikin”

Serok Barzanî di peyama xwe de dibêje: “Sivikatiya bi pîrozî û hîmayên bilind, bi ti awayekî nayê qebûlkirin û binpêkirina hêlên sor e. Em gelek bi tundî wê sivikatiyê şermezar dikin ku şeva bor ji aliyê kesekî ve bi merceiyetê hatiye kirin.”

Serok Barzanî dibêje: “Ev cure riftara nehêja, ti pêwendiya wê bi gelê Kurdistanê û Partiya Demokrat a Kurdistanê re nîne. Kurdistan xwedî kultura bilind a pêkvejiyanê ye û sivikkirina bi remz û pîroziyên xelkê ti carî cihê xwe di nava kultura gelê Kurdistanê de negirtiye û cihê xwe jî nabîne.”

Serok Barzanî diyar dike: “Gelê Kurdistanê rêz û pêzanîna wî ya mezin ji merceiyetê re heye û pêwendiyên dîrokî û dostanî û hevsoziya di navbera Barzaniyê Nemir û Ayetulla Hekîm û şehîd Sedir de, baştirîn nîşan li ser wê ne.”

Herwiha diyar kir jî: “Ew kesê ku sivikî kiriye ji aliyê yasayê ve hatiye desteserkirin û sizaya tawan û zêdegaviya xwe dide.”

Herwiha Serok Barzanî di peyama xwe de got: “Em bi tundî şewitandina baregeha Partiya Demokrat a Kurdistanê li Bexdayê şermezar dikin ku ev cara duyemîn e ji aliyê komeke têkder û şikestxwar ve tê kirin, ev belge ye li ser hebûna girjî û nebûna aramî û ewlehiyê û di rastiyê de, ev kom jî ji bilî xirapkarî û têkdanê, ti tişt ji destê wan nehatiye.”