PDKê baregeha xwe ya li Bexdayê girt
Hewlêr (K24) – Peyamnêrê K24ê yê li Bexdayê ragihand; şeva borî li ber çavên hêzên ewlehiyê, alîgirên Heşda Şeibî êrîşî baregeha Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) kirin û agir berdan.
Li ser vê mijarê Liqa Pênc a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya li Bexdayê daxuyaniyek belav kir û ragihand: “Şeva 27 a li ser 28ê Adara 2022yan weke karvedanek li ser twîta "Nayîf Kurdistanî" ku nêrîna xwe ya taybet li ser hêmayên olî nîşan daye, hejmarek kesan avahiya Liqa Pênc a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya li Bexdayê şewitandin.”
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin: “Wan kesên temamê avahiya PDKê ya li Bexdayê şewidandin, ji bilî wê, hejmarek belgename û nasnameyên taybet ên li nav avahiyê dizîn.”
Liqa Pênc a PDKê destnîşan dike ku PDK li Iraqê xwedî dîrok e û rola sereke di dabînkirina demokrasî, azadiya ramanan û beşdarbûna di proseya siyasî ya Iraqê dilîze.”
Herwiha hatiye eşkerekirin: “Ev cara duyem e baregeha PDKê li Bexdayê tê şewitandin, loma me biryar da, Baregeha Liqa Pênc a li Bexdayê bigrin, weke nîşandana mezlûmiyeta kadro û endamên partiya me, heta wê dema ku hikûmeta Iraqê baweriyeke tam bide me.”