Mesrûr Barzanî hevtêgihîştinek ligel Îmartê îmze dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li perawîza Korbenda Cîhanî ya Enerjiyê li Dubayê, hevtêgihîştinek bi Wezîrê Karûbarên Encûmena Nûneran a Îmaratê Mihemed Qerqawî re îmze kir.
Hevtêgihîştina di navbera Herêma Kurdistanê û Îmarat de, ji bo sûdwergirtin ji teknologî, şiyan û ezmûna Îmaratê ye.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di roja duyem a Korbenda Cîhanî ya Enerjiyê de çend çalakiyan encam dide û beşdarî paneleke bi navê “Pêşeroja Enerjiyê û Qonaxên Piştî Neftê” dibe.
Biryar e Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi Wezîrê Enerjiyê ya Siûdiyê Mîr Ebdulezîz Al Selman Al Siûd û Wezîrê Enerjiyê yê Îmaratê Suhêl El Mazrouei re beşdarî panelekê bibe.