PDKê baregeha xwe ya li Bexdayê rûxand

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) biryar da, baregeha xwe ya Liqa 5 a PDKê ya li Bexdayê birûxîne.

Hewlêr (K24) – Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) biryar da, baregeha xwe ya Liqa 5 a PDKê ya li Bexdayê birûxîne.

Îro baregeha Liqa 5 a PDKê hat rûxandin û li ser sedema rûxandinê, berpirsên Liqa 5 ragihand; nîşandana nerazîbûnê ye li hember wê yekê ku hêzên Iraqê baregeh neparastin.

Derengê şeva 27ê Adara 2022yan, hejmarek kesan ku xwe weke alîgirên merciyetê didan nasîn, êrîş kirin ser baregeha Liqa 5 a Partiya Demokrat a Kurdistanê ya li Bexdayê û baregeh şewitandin.