Beşdariya Mesrûr Barzanî li Korbenda Enerjiyê ya Cîhanî di medyaya Erebî de deng veda

"Herêma Kurdistanê di demeke nêz de dê bibe hinardekarê gazê bo beşên din ên Iraqê, Tirkiye û Ewropayê û pêwîstiya asayîşa enerjiya wan dabîn bike."

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî tevî hejmarek wezîrên Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê beşdarî Korbenda Enerjiyê ya Cîhanî ya li Dubay bû, medyaya Erebî jî bi girîngî behsa serdanê kir.

Beşdariya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di medyaya Erebî û welatên Kendavê de deng veda û çendîn rojname û malperên Erebî bi girîngî behsa serdanê û pêwendiyên Serokwezîr Mesrûr Barzanî dikin, ligel serkirdeyên welatan, ku di çarçoveya Korbena Enerjiyê ya Cîhanî de encam dan.

Emarat News

Malpera Emarat News bi girîngî rûmala pêşwaziya Hakimê Dubay û Cîgirê Serokê Îmaratê Mihemed bin Raşid li Serokwezîr Mesrûr Barzanî kiriye.

Emarat News ragihandiye;  Hakimê Dubay û Cîgirê Serokê Îmaratê Mihemed bin Raşid pêşwazî li Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kir.

Herwiha destnîşan kiriye ku di hevdîtinê de pêngavên pêkve karkirina li warên avakirinê û pêşveçûnê gotûbêj kirine.

Şarîqe24

Malpera Şarîqe24 li ser serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bo Îmaratê ragihandiye; Hakimê Dubay û Cîgirê Serokê Îmaratê Mihemed bin Raşid pêşwazî li Serokwezîr Mesrûr Barzanî kir.

Şarîqe24 diyar kiriye; herdu aliyan li ser hewldanên pêşveçûn û avakirinê li hemû waran, gotûbêj kirin û tezekî li pêwendiya dîrokî ya navbera herdu gelê Kurd û Îmaratê hate kirin.

Şerq El Ewset

Rojnameya Şerq El Ewset, çapa Londonê bi girîngî gotara Serokwezîr Mesrûr Barzanî ya li Korbenda Enerjiyê ya Cîhanî rûmal kiriye, tê de Serokwezîr ragihandiye; em niha gihîştine xaleke di dîroka me de ku amade ne ji bo avakirinê, piştî hemû qurbanîdanên me. Derfeteke me ya mezin heye ji bo dabînkirina enerjiyê bo bazara navxwe û cîhanî û em li ser wê yekê rijd in ku Kurdistanê bikin navendeke enerjiyê li navçeyê.

Malpera "El Şerq" a Îmaratê

Li ser gotara Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ya li Korbenda Enerjiyê ya Cîhanî, malpera "El Şerq" a Îmaratê diyar kiriye ku derfeteke mezin ji bo dabînkirina enerjiyê bo bazara navxwe û cîhanê heye.

Malpera "El Xelîciye"

Malpera El Xelîciye ragihand; Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî plana Herêma Kurdistanê ya li ser sektora enerjiyê li ser asta cîhanê eşkere dike.

El Xelîciye diyar kiriye; di demeke nêz de Herêma Kurdistanê dê bibe dabînkarê enerjiyê ji bo temamê cîhanê.

El Cezîre

Malpera El Cezîre ya Qeterê li ser gotara Serokwezîr Mesrûr Barzanî ya li Korbenda Enerjiyê ya Cîhanî ragihand; Herêma Kurdistanê di demeke nêz de dê gazê bişîne Ewropayê.

El Cezîre gotara Serokwezîr Mesrûr Barzanî rûmal kiriye û diyar dike; Herêma Kurdistanê di demeke nêz de dê bibe hinardekarê gaz bo beşên din ên Iraqê, Tirkiye û Ewropayê û pêwîstiya asayîşa enerjiyê ya wan dabîn bike.