Li Herêma Kurdistanê 72 haletên nû yên pêketina bi HIV/AIDSê hatin tomarkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li gor amarên Wezareta Tendirustiyê di heyama 10 mehên îsal de, 72 haletên nû yên pêketina bi HIV/AIDSê li Herêma Kurdistanê hatine tomarkirin ku piraniya wan biyanî ne.

Wezareta Tendirustiyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi boneya Roja Cîhanî ya Nexweşiya AIDSê peyamek belav kir û diyar kir, “Di bernameya kontrolê ya sala 2023an de, di deh mehên borî de zêdetir ji 598 hezar testên xwînê yên HIV-ê hatine kirin. Tenê 72 tûşbûyên nû hatine piştrastkirin ku piraniya wan biyanî û welatiyên derveyî Herêma Kurdistanê ne.

Diyar kir jî, test ji hemû biyaniyan beriya ku destûra rûnişticihbûnê werbigirin, hemû şûşeyên xwînê yên bexşkirî, beriya zewacê, xebatkarên geştiyariyê, girtî û mehkûmên di navendên çaksaziyê de, nexweşên berî neştergeriyê û hemû pişknînên cuda re hatine kirin.

Da zanîn jî: “karên pêwîst li dijî wan pêketiyan hatine kirin, nexweşên biyanî vegeriyane welatên xwe, hemû haletên nû û salên borî yên niştecihên herêmê  jî di bin çavdêriya tenduristî û rêgirtinê de ne, ku bi berdewamî pişknîn ji wan re tên kirin û tên dermankirin û hişyariya tenduristiyê ya pêwîst ji wan re tên dayîn.”

Wezareta Tendirustiyê tekez dike: “Xweşbextane Herêma Kurdistanê li gorî welatên din ên cîhanê, kêmtirîn hejmara pêketiyan lê heye, bi taybetî ji ber pabendbûna bi nirxên civakî, çandî û olî û bernameyên bihêz li Herêma Kurdistanê.”

Roja Cîhanî ya AIDSê derfeteke cîhanî ye, ji bo bilindkirina hişyariyê, yekkirina hewlên dezgehên pêwendîdar û pêşkêşkirina alîkarî û piştevaniyê ji bo kesên bi AIDSê re dijîn.

Li gorî amaran, li seranserê cîhanê nêzî 40 mîlyon mirov bi vîrûsa kêmasiya parastinê ya mirovî (HIV) ketine, salane nêzî mîlyonek mirov ji ber vîrusê dimirin û nêzî du mîlyon mirovên din jî wekî pêketiyên nû tomarkirin.