Welatî bi riya poster û belevokan ji metirsî û ziyanên madeyên hişbir tên hişyarkirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Giştî ya Nehiştina Madeyên Hişbir li Herêma Kurdistanê bi rêya belavok û posteran li cihên giştî, kampanyayek hişyariyê da destpêkirin.
Rêveberiya Giştî ya Nehiştina Madeyên Hişbir di daxuyaniyekê de got: “Di berdewamiya xebatan de ji bo rûbirûbûn û jinavbirina bandorên nerênî yên madeyên hişber li ser kes û civaka Herêma Kurdistanê, kampaniyek ji bo hişyarkirina welatiyan derbarê metirsiyên bikaranîna madeyên hişber dest pê kiriye.”
Ragihand jî: “Rêveberiya Giştî ya Nehiştina Madeyên Hişbir dest bi derxistina çendîn belavokan li ser bandorên neyînî yên madeyên hişbir li ser organên laşê mirovan, bi daliqandin, weşandin û belavkirina poster û belavokan li piraniya sazî û cihên giştî.”
Rêveberiya Giştî ya Nehiştina Madeyên Hişbir da zanîn, hewlên wan tenê ji bo rûbirûbûna tometbaran, girtin û cezakirina wan rawestin, lê hişyarkirina civakê bi giştî ji metirsiyên madeyên hişbir, erkekî wan ê din e.