Serokwezîr Mesrûr Barzanî lidûçûnê ji bo sedemên karesata agirberbûnê ya Soranê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji ber rûdana agirberbûnê li avahiyekî Soranê, peywendiyê bi Serperiştê Îdareya Serbixwe ya Soranê dike û dezgehên peywendîdar ên hikûmetê raspartin ku her tiştekê pêdivî ji bo lêqewimiyên wê rûdanê bikin.

Îşev (Înî, 8ê Berçileya 2023ê) Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo lidûçûna rûdana dilhejîn a agirberbûnê li avahiyekî Soranê, bi rêya tilefonê peywendî bi Serperiştê Îdareya Serbixwe ya Soranê Helgurd Necîb kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî serexweşî li binemal û kesûkarên qurbaniyan kir û hevxemiya xwe ji bo wan diyar kir, herwesa Serperiştê Îdareya Serbixwe ya Soranê û dezgehên peywendîdar ên hikûmetê raspartin ku her tiştekê pêdivî ji bo lêqewimiyên wê rûdanê bikin.

Herwesa Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ew raspartin ku bi hûrî û rijdî lêkolînê li ser sedemên rûdana wê karesatê bikin, lidûçûn jî ji bo avahi û cihên giştî û taybetî bê kirin.

Îro (Înî, 8ê Berçileya 2023ê) agir berbû avahiyekî li Soranê ku hejmareke qutabî, mamosta û welatiyên asayî tê de xwecih bûn, 14 kes mirin û çend kesên din jî birîndar bûn.