Amerîkayê ji ber êrîşa ser Hewlêrê sizayên nû bi ser Îranê de sepandin

Wezareta Gencîne ya Amerîkayê bi daxuyaniyekê ragihand; sizayên nû bi ser aliyên pêwendîdar ên bernameya mûşekên balîstîk ên Îranê de sepandine.

Hewlêr (K24) – Wezareta Gencîne ya Amerîkayê bi daxuyaniyekê ragihand; sizayên nû bi ser aliyên pêwendîdar ên bernameya mûşekên balîstîk ên Îranê de sepandine.

Di daxuyaniya Wezareta Gencîne ya Amerîkayê de hat diyarkirin; îro Ofîsa Çavdêriya Neqdî ya Navdewletî ya ser bi Wezareta Gencîne ya Amerîkayê siza bi ser wekîlê kirîn û hejmare kompaniyên Îranê de sepand, ku erkê kirîna madeyên sotemeniyê yên çêkirina mûşekên balîstîk ên Supaya Pasdaran a Îranê li ser xwe girtine.

Li gor daxuyaniya Wezareta Gencîne ya Amerîkayê, navê bazirganê ku siza bi ser wî de hatiye sepandin "Mihemed Elî Husên" e û siza Supaya Pasdaran û kompaniya "Parçîn" a ji bo pîşesaziya kîmyayiyên Îranê jî girtiye, ku beşeke aktîv e di rêxistina pîşesaziyên berevanî yên Îranê de, herwiha Amerîkayê siza bi ser bazirganekî din ê Îranî de jî sepandiye, ku di kirîna parçeyên bikarhatî ji bo pêşvebirina sotemeniya mûşekên balîstîk de destê wî heye.

Herwiha hatiye ragihandin ku ev pêngava Amerîkayê piştî êrîşa mûşekî ya li ser bajarê Hewlêrê ya di roja 13ê vê mehê de û êrîşa mûşekî ya Hûsiyên Yemenê ya li ser saziyên kompaniya Aramco ya Erebistana Siûdî ya di 25ê vê mehê de hatine.