2 firokeyên Rûsî bi çekê nukleerî li asmanê Swêdê geriyan

Fermandarê Hêza Asmanî ya Swêdê Karl Edstrom got: “Em vê tevgerê wek kiryareke pir xeternak dibînin.”
Du firokeyên Rûsî - Arşîv
Du firokeyên Rûsî - Arşîv

Navenda Nûçeyan (K24) – Du firokeyên Rûsî ên çekên nukleerî hildigirtin li asmanê Swêdê geriyan û hin çapemeniya Ewropayê jî dibêjin ku ev kiryareke bi qestî ya tirsandinê ye.

Tora nûçeyan a Swêdî şeva borî di raportekê de ragihand, du firokeyên leşkerî yên Rûsî ku bi çekên nukleerî, ji bo demeke pir kurt derbasî asmanê Swêdê bûn.

Ji aliyê xwe ve, çavkaniyeke Swêdî got, firrîna firokeyên leşkerî yên Rûsî, kiryareke bi qestî ya tirsandinê ye.

Tora Swêdî diyar kir, roja 2ê Adarê, 2 firokeyên êrîşkar ên Su-24, bi 2 firokeyên din ên Su-27, ji Baregeha Asmanî ya Kaliningrad a nêzîkî derya Baltîkê ve, derbasî qada asmanî ya Swêdê bûn.

Aşkere kir jî, her du firokeyên êrîşker çekên nukleerî hilgirtibûn ku pîlotên Rûsî jî xwastin wî çekî nîşan bidin.

Yekser piştî tesbîtkirina nêzîkbûna firokeyên Rûsî, hêzên asmanî yên Swêdê firokeyên şer şandin ku karîbûn wêneyên firokeyên Rûsî bigirin û piştrast kir ku 2 ji wan bi çekên atomî bûn.

Fermandarê Hêza Asmanî ya Swêdê Karl Edstrom got: “Em vê tevgerê wek kiryareke pir xeternak dibînin, bi taybet ku ji aliyê welatekî di şer de ye hatiye kirin.”

Swêd welatekî bêalî ye û ne endama NATOyê ye, lê wê daxwaza xwe ya ji bo vê yekê aniye ziman. Serokwezîra Swdê Magdalena Anderson gotibû, ew dûr nabînin ku li helwesta xwe ya bêalîbûnê li hember NATOyê vegerin.

Di vê derbarê de jî, Rûsyayê ji ber vê helwesta nû ya Swêdê hişyarî da wî welatî û diyar kir ku dê “encamên leşkerî yên giran” jê derkevin.