Almanya 27 zarok û 10 jinên DAIŞî ji kampeke Rojavayê Kurdistanê wergirtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Desteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser 27 zarok û 10 jinên çekdarên DAIŞê radestî şandeyeke Almanyayê kirin.

Şandeyeke dîplomatîk a Almanyayê duhî 30î Adarê serdana Rojavayê Kurdistanê kir û di hevdîtinekê de Desteya Têkiliyên Derve 27 zarok û 10 jinên DAIŞ`î yên welatiyên Almanyayê ne û li Kampa Roj bûn, radestî wê şandeyê kirin.

Cîgirê Serokê Desteya Têkiliyên Derve Fener El-Giêt jî diyar kir ku ev cara 3emîn e şandeyeke Almanyayê serdana herêmê dike û destnîşan kir ku radestkirina jin û zarokan li gorî belgeyên fermî pêk hat.

El-Giêt anî ziman ku divê dewletên Ewropayê, banga Rêveberiya Xweser a wergirtina malbat û zarokên DAIŞ`ê bi cih bînin.

Heta niha Rêveberiya Xweser 91 zarok û jinên DAIŞ`î radestî Almanyayê kirine.

Kampa Roj li rojavayê bajarokê Dêrikê ye û dora 2500 jin û zarokên DAIŞê lê dimînin ku piraniya wan ji malbatên çekdarên DAIŞê yên biyanî ne.