Hunermendên Rojava li Stenbolê di pêşangehekê de hatin ba hev

Peyama wan jî ew bû ku tabloyeke hunerî, ji çekekî mezintir û karîgertir e li ser mirovan.
kurdistan24.net

Stenbol (K24) - Hunermendên Kurd ên ji Rojavayê Kurdistanê ji ber şer ji welatê xwe dûr ketine, li Stenbolê di pêşangeheke hunerî de bi tabloyên xwe yên hunerî bal kişandin ser çand, dîrok û serpêhatiya miletê xwe. Peyama wan jî ew bû ku tabloyeke hunerî, ji çekekî mezintir û karîgertir e li ser mirovan.

Gelek hunermendên ji Efrîn, Serê Kanî û Kobanî li Stenbolê di pêşangeheke hunerî de bi tabloyên xwe yên ji hev ciyawaz gihiştin hevdu û di ser tabloyên hunerî re kultir, dîrok û serpêhatiya miletê xwe nîşan dan.

Şêwekar Ahmed Kîbar ji K24ê re diyar kir: “Her hunermend bi ax û dîroka xwe ve girêdayî ye. Gava ku em ji Efrînê derketin, me xem û xeyala xwe, me tev bi xwe re anî. Em perpangî bûn, pijiqîn li dinyayê. Mesaja me ji çek, top û bombeyan qewettir e, em bi firçeya xwe dixebitin. Em bi rengê xwe mesaja xwe digihînin her derê.”

Her tablo behsa çîrokeke cuda dike. Di hinekan de kêfxweşî, hinekan de êş heye.

Şêwekar Dilvîn Fehtalî destnîşan kir: “Ev jin ji Serêkaniyê ye, nabîne û ji dîtina dinyayê mehrûm e, lê di bin çavên wê yên girtî de dinyayeke çawa xeyal dike, min xwest wî tiştî nîşanî wê û xelkê bidim da kup ê mutessir bibin.”

Hunermend Dilbaz Berazî jî dibêje: “Karê hunerî ku di hundirê wê de cewherek tune be, bingeheke mirovî tê da tune be, mesajekê tê de nebe, ev kar lawaz e. Tabloyên min giştiyê wan li ser penaberîli ser jin, zarok, pîr û kalan e ku di jiyanê de gelek zehmetiyê dikêşînin. Divê hunermend bi xebatên xwe balê bikêşîne ser wan.”

Gelek hunermendên ji welatên Ereb jî beşdarî pêşangehê bûn. Di pêşangehê de hunermendên beşdar xwestin xelk zêdetir bala xwe bide ser karên hunerî.

Amel Halebî diyar kir: “Min di 6 saliya xwe de dest bi şêwekarî kir. Piştre min xwendina xwe li ser hunera şêwekarî berdewam kir. Min hewl da ku di tabloya xwe de asalet û rola jinan nîşan bidim û ez dixwazim zêdetir hez û dilxweşî wek babet hilbijêrim.”

Hunermendên Kurd beşdarî pêşangeha ji hêla komeleya Tabloyên Bêsînor ve hat sazkirin bûn rojên bê beşdarî pêşangehên li welatên cuda jî dê bibin û di ser tabloyên xwe yên hunerî re peyama xwe ya aştiyane dê bigihînin mirovan.