Welatiyên Diyarbekirê ji bihabûnê di Remezanê de bi gilî ne

Her çiqas li bazarê tevger û hatçûyeke zêde hebe jî welatî ji bihabûnê bi gilî ne û dibêjin hatçû zêde ye danûstandin kêm e
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Li Diyarbekirê di çarçoveya amadekariyên Remezanê de mizgeft hatine amadekirin û dê li 1900 mizgeftan nimêjên terawîdê werin kirin. Welatî jî bo dansûtandinê berê xwe didin bazarê lê welatî ji bihabûna xurekan bi gilî ne.

2ê Nîsanê yekem roja meha remezanê ye û di vê çarçoveyê de li Diyarbekirê jî li mizgeftan û bazaran amadekariyê Remezanê tên kirin. Beşek ji bergiriyên bo vîrusa koronayê hatibûn ragihandin dê îsal di meha Remezanê de ne di meriyetê de bin. Yek ji wan jî nimêja terawîhê ye ku îsal dê di mizgeftan de nimêja terawîhê were kirin ku di navenda Diyarbekir de 540 bi giştî 1900 mizgeftên Diyarbekirê de dê nimêja terawîhê were kirin.  Serokê Şaxa Diyarbekir ê Sendîqeya Diyanetê Omer Evsen dibêje ew ê îsal alîkariyê bidin derdora 10 hezar malbatan.

Serokê Şaxa Diyarbekirê yê Diyanetê Omer Evsen ji K24ê re got: “Ev 2 sal in em naikarin nêmêjên terwîhê bikin. Di vê Remezanê de em ê bikaribin li mizgeftan nimêja terawîhê bikin. Em ê di Mizgefta Mezin a Diyarbekirê de Pêşangehek a wêneyan jî li dar bixin. Her wiha di hemu Mizgeftên Diyarbekirrê de emê xitima Remezanê jî bikin.”

Tevgera amadekariyên Meha Remezanê xwe di bazarên Diyarbekirê de jî dide der ku welatî bo amadekariyê danûstandinê dikin. Lê her çiqas li bazarê tevger û hatçûyeke zêde hebe jî welatî ji bihabûnê bi gilî ne û dibêjin hatçû zêde ye danûstandin kêm e.

Her çiqas ji bergiriyên Vîrûsa Koronayê hatibin rakirin jî îsal bergiriyên ku berdewam dê di meriyetê de bin jî hene. Yek ji van jî vedana Konê Xwarinê Ya Remezanê ye. Îsal dê li Diyarbekirê Konê Fitarê neye vedan.