Di lîstika tîma jinan a Amedspor û Fenerbahçeyê de alozî derket

Rêveberên Amed Sporê balê dikşînin ser wê yekê ku li hember hemû tîmên wan helwesteke nerênî heye û li gel hemû astengiyan ew hewla berdewamiya kar û xebatên xwe didin.
Diyarbekir, wêne: K24
Diyarbekir, wêne: K24

Diyarbekir (K24) - Li Diyarbekirê tîma futbolê ya Jinên Amed Sporê mazûvaniya tîma futbolê ya Fenerbaxçeyê kirin. Lê di dawiya hevrikîyê de, rahêner û berpirsên teknîkê yên Fenerbaxçeyê êrişî yarîzana Amed Sporê Hêvîdar Odulyigit kirin û li qadê alozî derket. Rêvebirên Amed Sporê balê kişandin ku di vê hevrikiyê de jî, li gel rêzgirtin û mazûvaniya wan; ji aliyê berpirsên tîma jînên Fenerbaxçeyê ve êriş li wan hatiye kirin û hakem jî bi biryarên xwe hevrîkî dane Fenerbaxçeyê.

Li Tesîsên Amed Sporê, di 2’ê Nîsanê de, tîma Jinan ya Amed Sporê û tîma Jinan a Fenerbaxçeyê hatin beramberî hev. Dema ku nêzîkî dawiya hevrikîyê bû û hevrikî: 1 bermaber 1 berdewam dikir, rahênerê tîma jinan yê Fenerbaxçeyê Onûr Başar çêr li yarîzanên Amed Sporê kir û gef li wan xwar. Onûr Başar ji ber ku çêr kiribû, rahênerê Amed Sporê jî ji ber bertek nîşanî çêrên wî dabû, bi qerta sor hatin ceza kirin. Lê li qadê alozî berdewam kirin û yarîzanên Fenerbaxçeyê yên nedileyîstin û personelên Fenerbaxçeyê êrişî Hêvîdar Odulyîgit kirin.

Duyemîn Serokê Amed Sporê Cahît Akin ragihand ku wan wek rêvebiriya Amed Sporê mazûvaniyeke baş li rêvebir û tîma Fenerbaxçeyê kirine , lê piştî ku Fenerbaxçe nekarîn di hevrikîyê de, bi leystika xwe biser bikevin, dest bi dijûn û gefan kirine û hakem jî hevrikiyê bi penaltiyekî daye wan.

Cahît Akin ji K24ê re ragihand: “Amed Spor bi felsefeya xwe, hem ji bo jinan, hem ji bo zilaman û hem jî ji bo heremê deriyekî girîng e ku ciwan xwe digihînin werzişkarî û armancên xwe yên werzişkarî pêkbînin. Lê mixabin pergala heyî viya qebûl nake. Yanî bi sala ye bi vî rengî berxwe didin û ew jî rik dikin. Yanî dema nikaribin tiştekî bikin jî b destên hakeman, bi rêya pergalê, bi destên polêsan rêya me digirin û dibirin. Ji aliyê din de jî ji ber nasnameya xwe û ji ber navê xwe em heqerat û zilmên pir mezin dikşînin.”

Rêveberên Amed Sporê balê dikşînin ser wê yekê ku li hember hemû tîmên wan helwesteke nerênî heye û li gel hemû astengiyan ew hewla berdewamiya kar û xebatên xwe didin.

Hêvîdar Odulyigit a ku 13 sal e li Amed Sporê dileyîze û îro lê êriş hat kirin jî, wiha peyîvî.

Odulyigit diyar kir: “Ji bo ku hakem penaltî dabû Fenerbaxçe û dawiya maçê bû min hewla ku hevrikî zû bidim destpêkirin da, lê min her dît ku rahênerên wan yên jin û mêr û yarîzan tevahî êrişî min kirin. Jixwe bi dijûn û gefan dixwestin alozî derbixin û provaqasyon bikin. Hewla min jî ji bo xwe kirin hêncet ku êriş bikin.”

Temaşevanên hevrikiyê û alîgirên Amed Sporê jî ragihandin ku heta ku ew dijûn û êriş hatin kirin, hevrikiyeke gelek xweş hatiye leyîstîn, lê di encamê de dîsa li Amed Sporê neheqî û heqerat hatin kirin.

Alîgira Amedsporê Rojda Yilmaz destnîşan kir: “Ez yekem car e ku têm hevrikiya jînan. Berê dihatim hevirikiyên yarîzanên zilam yên Amed Sporê û tu car çêr û dîjûn çê nedibûn. Lê îro provaqasyon dihatin kirin da ku alozî derbieve û gotinên xirab bên gotin. Jixwe rahênerê tîma jinan yê Fenerbaxçe bi mixabinî dijûnên xirab li yarîzanan kir û piştre jî ew alozî derketin ku em pê gêlek ne xweş in.”

Alîgira Amedsporê  Navîn Îl jî ragihand: “Ez berê gelek caran hatime hevrikîyên tîmên jinan û gelek aram û bi rêzdarî derbas dibûn. Lê îro helwesta hakem û dijûnên cînsa mêrperestî yên rahênerê Fenerbaxçê, ciyê şermezariyê bû û em şermezar diikin. Li ber yarîzanên xwe yên jin, wan dijûnan li yarîzanên jin yên Amed Sporê kir. Divê Fenerbaxçe jî bzane ku rûreşekî li ser tîma jînan a Fenerbaxçeyê ye.”

Di Lîga Tîmên Jinan a Tirkiyê de, Fenerbaxçe di rêza duyem de ye û Amed Spor jî d rêza 8. de ye û hewla mayîna li Lîgê dide. Hevrikiya ku 7 xulek li 90 xulekan hatibû zêdekirin di wexta xwe de ji aliyê hakem de nehat endam anîn û di 102’min xulekê de Fenerbaxçe bi gola penaltiyê 1-2 biserket.