Li Qamişlo teqînekê rûda!

Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê teqînekê rûda.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê teqînekê rûda.

Hat ragihandin, li taxa Qedûr Beg a nêzîkî cadeya Rîcî ya Qamişloyê bombeyeke destan teqiya.

Li gor zanyariyan, ji ber ku zarokan bi bombeya destan lîstine teqîn rûdaye û hejmarek zarok birîndar bûne.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn berê xwe da cihê bûyerê û dest bi lêkolînê kir.