Barcelona bi gola Pedrî ya niwaze pileya duyemîn ji Sevilla distîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi saya stêrkê Îspanî Pedrî, Barcelona şeva borî mêvana xwe dijwar Sevilla bi encama (1 - 0) têk bir.   

Barcelona di çarçoveya gera 30emîn a La Lîga Îspanyayê de li stadiuma Nou Campê mêvandariya tîma Sevilla kir û serkeftineke dijwar (1 - 0) tomar kir.

Gola tekane ya Barcelona di xuleka (72) bi riya ciwanê zêrîn ê 19 salî Pedro Gonzalez “Pedri” hat tomar kirin.

Bi vê serkeftinê, Barcelon bi (57) pûanan di rêza duyemîn li pêş Sevilla bi xwe de girt, Sevilla jî bi (57) pûnanan vegeriya rêza çaremîn a La Lîgayê.

Real Madrîd bi 69 pûanan di rêza yekem a lîgê de ye, wê jî duhî bi du golan li hember golekê mêvandarê xwe Celta Vigo têk biribû.