Sancar: Kilîta aştiya mezin li Tirkiyê çareserkirinina pirsa Kurd e

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevserokê HDPê Mîthet Sancar da xuyakirin, wan aştiya mezin wek armanca xwe ya sereke daniye û kilîla vê jî bi rêyên demokratîk çareserkirinina pirsa Kurd e. 

Hevserokê HDPê Mithat Sancar jî beşdarî kongreya teşkîlata HDPê ya li Meletiyê bû û gotarekê de got: “Aştiya mezin, li ser hevwelatiya wekhev ava dibe, bi azadiya gelan dibe. Me aştiya mezin wek armanca xwe ya mezin diyar kiriye.

Sancar got jî: “Ev desthilat, dijî hemû nirxên mezin neyartî dike û siyaseta şer dimeşîne. Dijî gelan, baweriyan û cudahiyan şer dike. Şerê siruştê, şerê jin û ciwanan dike. Rast e, emê desthilatê bişînin, lê nabe tiştek wek wê bînin şûnê. Ji ber vê li ser bingiha demokrasiya bihêz, aştiya hertimî, hevwelatiya wekhev û dadperwerî me rêya sêyem damezrand.”

Herwiha got: “Peyama Newrozê bo dijbereyan jî bû. Netirsin, guhertin bi wêrekî dibe.  Guhertin bi aştiya mezin dibe. Kilîla aştiya mezin jî, çareserkirina pirsa Kurd e. heta ku bernameyek rêkûpêk û pêbawer ji bo çareseriya pirsa Kurd nebe, encam naye girtin.”