Şermezarkirineke navdewletî li dijî kuştina sivîlan li Ukraynayê

Goreke bikomî ku termê 57 sivîlan tê de bûn li bajarokê Bucha yê li bakurê rojavayê Kîevê hat dîtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serkirdeyên cîhanê bi berfirehî kuştina sivîlan ji aliyê hêzên Rûsî li Ukraynayê şermezar kirin û gefa ferzkirina cezayên tundtir li dijî Moskoyê tê xwarin.

Serokê Fransayê Emmanuel Macron îro Duşemî daxwaza cezayên zêdetir li dijî Rûsyayê kir, piştî ku Ukrayna hêzên Rûsî bi kuştina sivîlan li bajarokê Bucha yê Ukraynayê tawanbar kir.

Macron ji radyoya “France Inter” re got: “Delîlên pir zelal hene ku hêzên Rûsî di ber sûcên şer li Ukraynayê de berpirsiyar in.

Duhî piştî ku hêzên Ukraynî Kîev ji destê hêzên Rûsî kontrol kir, termê 410 sivîlan hatin, herwiha goreke bikomî ku termê 57 sivîlan tê de bûn li bajarokê Bucha yê li bakurê rojavayê Kîevê hat dîtin.

Rûsyayê jî berpirsyariya hêzên xwe ji kuştina sivîlan li bajarokê Bucha red kir.

Serokwezîrê Japonya Fumio Kishida jî kuştina sivîlan li Ukraynayê ji aliyê Rûsyayê ve şermezar kir û got: Tokyo derbarê pirsa ferzkirina cezayên zêdetir li ser Rûsyayê, dê bi hevalbendan re bişêwire.

Wezîra Derve ya Alman Annalina Birbock jî got, divê Rûsya cezayên girantir ji ber "sûcên şer" li bajarokê Bucha yê Ukraynayê bide.

Herwiha Wezîra Derve ya Brîtanî Liz Truss jî, li ser hejmara xwe ya tora civakî “Twitter” hovîtîya li Bucha û bajarên din ên Ukraynayê hatine kirin, şermezar kir.

Rêberên Ewropî banga lêkolînek serbixwe di wê derbarê de kir û gotin ku divî lêpirsîn bi Rûsyayên ji ber hovîtiya li dijî sivîlan kiriye, were kirin.

Ji aliyê xwe ve jî, Wezîrê Derve yê Ukraynayê Dmytro Kuleba, duhî Rûsya bi pêkanîna "komkujiyek bi qestî" li Bucha tawanbar kir.