Îtîlafa opozîsyona Sûriyê 14 endamên xwe ji kar dûr dixe

Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê (Îtîlaf) 14 endamên xwe ji kar dûr xistin û nûnerên encûmenên xwecihî ên 4 parêzgehan guhertin

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê (Îtîlaf), bi biryarekê 14 endamên xwe ji kar dûr xistin û nûnerên encûmenên xwecihî ên 4 parêzgehan guhertin.

Îtîlaf duhî di daxuyaniyekê de belav kir, li ser bingeha pêwîstiyên proseya çaksaziyê û daxwazên berjewendiya giştî, biryar hat girtin erkê 14 endamên Îtîlatê bi dawî bibe.

Kesên erkê wan bi dawî bûye ev in: Hatem El-Zahir, Ebdullah El-Ferec, Cemal El-Werd, Emel Şêxo, Kîfah Murad, Celal Xencî, Ebdulmecîd El-Şerîf, Ola Ebas, Mihemed Sefwan Cendalî, Husên El-Ebdullah, Hesen El-Haşimî, Ziyad El- Elî, Welîd Îbrahîm, Mihemed Eymen El-Cemal.

Di daxuyaniyeke din a Îtîlafê de jî hat diyarkirin ku biryar hatiye girtin nûnerên encûmenên xwecihî yên parêzgehên Idlib, Heleb, Reqa û Dêrazorê werin guhertin.

Ev yek piştî wê tê, di meha borî de, Îtîlafê komîteyek ji heşt endaman pêk tê ava kir, ji bo lêkolîn û pêşxistina sîstema sereke ya Îtîlafê bike û planên nû pêşniyar bike.

Serokê Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê (Îtîlaf) Salem El-Meslat di daxuyaniyên çapemeniyê de diyar kir ku ev biryar, guhertina Peyrewa Navxweyî û guhertinên yasayî li xwe digire.

Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê sala 2012an ji çend pêkhateyên opozîsyona Sûriyê hatiye damezirandin û ji aliyên Kurdî jî, Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê cihê xwe di nava wê de digire.