3 parlamenterên Iraqî rastî hewleke terorkirinê hatin

Navenda Nûçeyan (K24) – Sê parlamenterên Iraqî li herêma Raşidiyê ya bakurê Bexdayê rastî hewleke terorkirinê ya têkçûyî hatin.
Jêderekî ewlekariyê ragihand, parlamenter Mihemed Fazil Dilêmî ji Firaksiyona Siyade û Elî Saidî û Husam Saidî ji Firaksiyona Sedir li herêma Raşidiye rastî hewleke terorkirinê ya têkçûyî hatin.
Wî jêderî diyar kir, êrîşker hat naskirin û ew her sê parlamenter çûn navenda polîs û gilî tomar kirin.

Ji aliyê xwe ve, parlamenter Mihemed Fazil Dilêmî ji medyaya Iraqî re got: “Dema em li herêma Raşidiyê beşdarî vekirina qehremaniyeke futbolê bûn, kesekî naskirî yê ji malbata Feyaz rasterast gule li me reşandin.”
Dilêmî got jî: “Em sedema dijminatî û armanckirina me nizanin”. Da zanîn jî, wan li navendeke polîsji doz li dijî kesê ku ew kirine armanc vekir.