“Çareseriya pirsa Kurd bi makezagoneke demokratîk û beşdariya hemû aliyan pêkan e”

Baroya Diyarbekir: Çareseriya pirsa Kurd bi makezagoneke demokratîk û hemû aliyan li xwe bigire pêkan e
author_image Mahîr Yuksel
Baroya Diyarbekirê
Baroya Diyarbekirê

Diyarbekir (K24) – Di 5ê Nîsanê, Roja Parêzeran de Baroya Diyarbekirê bi beşdariya parêzeran li ber Avahiya Dadê ya Diyarbekir civîneke çapemeniyê li dar xist. Di civînê de hat amajekirin ku mafê parastinê ya ku ji aliyê parêzeran ve tê kirin pîroz e û nayê qebûlkirin dema cîbicîkirina peywira xwe de, parêzer rastî zext û êrîşan werin.

5ê Nîsanê li Tirkiyeyê wek Roja Parêzeran tê pîrozkirin. Di 5ê Nîsanê de baro jî balê dikêşin ser pirsgirêkên parêzeran û di vê çarçoveyê de Baroya Diyarbekir civînek çapemeniyê li dar xist.

Serokê Baroya Diyarbekir Nahît Eren amaje kir ku ew bi xemgînî bêyî Tahîr Elçî pêşwaziya Roja Parêzeran dikin ku hîn jî doza Tahîr Elçî nehatiya ronîkirin.

Nahît Eren amaje kir ku mafê parastinê pîroz e û nayê qebûlkirin ku ev maf were astengkirin.

Nahît Eren bal kişand ku pirsa Kurd bi şer çareser nabe û çareserî jî çêkirina makezagonek nû ya demokratîk a hemû aliyan li xwe digire ye.

Seroka navenda Mafên Parêzeran a Baroya Diyarbekir Şevval Yildiz jî anî zimên ku parêzre di dema cîbicîkirina peywira xwe de rastî êrîşan û astengiyan tên û ev yek li pêşiya pêşketina hiquqê asteng e.