Ji ber beşdariya li cejna Newrozê 30 kes li Bodrumê hatin girtin

Li navçeya Bodrum a ser bi Mugla ya Tirkiyê, di operasyonekê de 30 kes ji ber beşdarî pêxistina agirê Cejna Newrozê bûne, hatin girtin.
Wêne: Arşîv
Wêne: Arşîv

Navenda Nûçeyan (K24) - Li navçeya Bodrum a ser bi Mugla ya Tirkiyê, di operasyonekê de 30 kes ji ber beşdarî pêxistina agirê Cejna Newrozê bûne, hatin girtin.

Li gor nûçeya ajansên Tirkiyê, hêzên ewlehiya Bodrumê bi tohmeta terorê 30 kurd girtin û li gor hêzên ewlehiyê roja 20ê Adara 2022yan wan 30 kesên kurd agirê Newrozê pêxistine û beşdarî li Cejna Newrozê kirine û dirûşmên cuda bikaranîne û ew dirûşm piştevaniya terorê ye.

Herçend Tirkiyê bi fermî pêxistina agirê Newrozê nehatiye qedexe kirin jî, lê her sal ji ber pêxistina agirê Newrozê bi sedan hemwelatî li bajarên cuda yên Tirkiyê tên girtin û îsal jî li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê zêdetirî 300 kesan hatine girtin û heta niha jî nehatine azadkirin.