Parêzgerê Hewlêrê: Rêya çiyayê Sefînî berdewam tê vekirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgerê Hewlêrê radigehîne, vekirina çepên rêya serekî ya çiyayê Sefînî ji befrê berdewam e.

Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw îro (Duşem, 5.2.2024) di ragehandinekê de belav kir, “Rakirina befrê û vekirina çepên rêya serekî ya çiyayê Sefînî ji aliyê tîmên Birêveberiya Çakkirin û Parastina Rê û Rêbaran a Hewlêrê ve berdewam e”.

Pêştir jî Birêveberê Birêveberiya Çakkirin û Parastina Rê û Rêbaran a Hewlêrê Îmad Mihemed ji K24ê re ragehandibû, “Ji ber barîna zêde ya befrê, tîmên me li çiyayê Sefîn û Zînetîr û Hîranê mijûlî rakirina befra li ser rêyan in, wan hemî rêyan vedikin ên ku ji ber barîna befrê asteng ji bo hatinûçûna welatiyan çê kirine.

Pêştir jî Wezareta Veguhastin û Gehandinê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragehandibû, “Li piraniya deverên çiyayî yên bilind befir dibare”.

Herwesa Seqanasiyê jî seqayê pêşbînîkirî yê 48 seetên bên li Herêma Kurdistanê ragehand û dibêje, îro û sibe barîna befrê dê li deverên çiyayî berdewam be.