Amerîka piştevaniya xwe bo Pêşmerge didomîne

Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê ragihand, Amerîka piştevaniya xwe ya ji bo hêzên Pêşmerge didomîne.

Hewlêr (K24) – Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê ragihand, Amerîka piştevaniya xwe ya ji bo hêzên Pêşmerge didomîne.

Wezareta Pêşmerge bi daxuyaniyekê eşkere kir, Cîgira Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Jennifer Gavito di vîdeo konferansekê de diyar kiriye: “Amerîka di piştevanîkirina hêzên ewlehiyê yên Iraqê û hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê de berdewam dibe.”

Cîgira Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Jennifer Gavito destnîşan kiriye: “Hemû alî dixebitin ji bo herêmeke silamet û seqamgîr û xweşguzeran, em dixwazin Herêma Kurdistanê û Iraq, asayîş û aramiya wan a berdewam hebe.”