Roşan Lezgîn Qurana Pîroz bo Zazakî wergerand

Nivîskar û Zimanzanê Kurd Roşan Lezgîn Qurana Kerîm û Încîl bo zaraveyê Zazakî wergerandiye.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Nivîskar û Zimanzanê Kurd Roşan Lezgîn Qurana Kerîm û Încîl bo zaraveyê Zazakî wergerandiye û bo sepana aplîkeyşinê jî deng daye. Roşan Lezgîn dibêje pêwîstî bi xebatên Zazakî zêde ye û bo xwedîlêderketina zaraveyê Zazakî ku bin xeterê de ye xebatên wisa girîng in.

Ji aliyê Nivîskar û Zimanzanê Kurd Roşan Lezgîn ve bi zaraveyê Zazakî xebatek pîroz hatiye kirin ku xebat hîn jî didome. Roşan Lezgîn Qurana Pîroz bo zaraveyê Zazakî wergerandiye, bo zimanê nivîskî rêkûpêk û zelal kiriye û herwiha bo aplîkeyşinê jî deng tomar kiriye. Di aplîkeyşinê de hemû ayetên Qurana Pîroz bi dengê Roşan Lezgîn cih digirin. Kesên aplîkeyşinê bar bikin dikarin hemû Quranê bi Zazakî bixwînin û hem jî dikarin guhdarî qurana Zazakî bikin. Roşan Lezgîn dibêje fonetîka Zazakî gelek xweş li Qurana Pîroz hatiye û ew keyfxweş e ku di nava xebatek wisa pîroz de cih girtiye ku ji xwe zaraveyê Zazakî di bin xeterê de ye û pêdiviya xebatên wisa yên bi zaraveyê Zazakî heye.

Roşan Lezgîn ji K24ê re ragihand: “Ji Batmanê çend ciwan hatin û gotin em dixwazin aplîkeyşina Qurana Kurmancî amade bikin û ji min pirsîn gelo aplîkeyşina Zazakî jî heye an na. Min jî got nîne û ji xwe xebatek wisa di dilê min de jî hebû û 2 sal berê me dest pê kir.”

Lezgîn balê dikêşe ku di pêvajoya wergerê de wî gelek baldarî daye zimanê vegotinê  û bi zimanek zelal û bi hêsanî were famkirin xebata xwe amade kiriye. Lezgîn dibêje ev yek di heman demê de xebateke neteweyî ye.

Roşan Lezgîn diyar kir: “Giringiya vê xebatê ew e ku Qurana Pîroz bi deng bi zaraveyê Zazakî hatiye xwendin. Herwiha bi zimanek fesîh hatiye xwendin. Ji bo milletê me xebatek gelek girîng e.”

Xemxwirê zimanê Kurdî Roşan Lezgîn xebatên xwe yên pîroz û neteweyî didomîne û niha xebata wergera Încîla Pîroz bo zaraveyê Zazakî jî didomîne ku ji Încîlê Beşa Lûqa wergerandiye bo Zazakî. Roşan Lezgîn dibêje li gorî derfet û daxwazan ew dikare pirtukên pîroz ên wek Tewrat û Zebûrê jî bo Zazakî wergerîne.