Nivîskarê Ermenî Migirdîç Margosyan bi axê hat spartin

Ji bo Margosyan li Dêra Dayika Meryem a Stenbolê merasîmeke olî hat sazkirin.
kurdistan24.net

Stenbol (K24) - Nivîskarê Ermenî yê Diyarbekirî Migirdîç Margosyan ku li ser çand û pêkvejiyana li Diyarbekirê gelek pirtûk nivisî bû, di 84 saliya xwe de çû rehma Xwedê. Margosyan ku li Stenbolê hat definkirin, bi axa ji gundê bavê wî Diyarbekirê hat anîn bi axê hat spartin.

Migirdîç Margosyan nivîskarê Ermenî yê Diyarbekirî ku ev demek e li Stenbolê dihat dermankirin di 84 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da.

Ji bo Margosyan li Dêra Dayika Meryem a Stenbolê merasîmeke olî hat sazkirin.

Gelek siyasetmedarên ji partiyên cuda, nivîskar û dostên Margosyan beşdarî merasîma li dêrê bûn û bal kişandin ser berhem û keda wî ku hewla pêkvejiyana ji pêkhateyên ciyawaz dida.

Parlamenterê CHPê Ozgur Ozel ji K24ê re diyar kir: “Kesayetekî hêja ji Tirkiyê koç kir ku cihê wî nayê tijekirin. Ji bo civaka Ermen, bo Diyarbekir bo Stenbol nivîskarekî girîng û hêja bû. Em wek malbata CHPê sersaxî li malbata wî dikin.”

Parlamenterê HDPê Garo Paylan ragihand: “Diyarbekir bajarê pêkvejiyana gelek çand, bawerî û nasnameyan e. Migirdîç jî taybetmendiya vî bajarî bi berhemên xwe nîşanî hemû civaka Tirkiyê da û bîra razayî şiyar kir. Giyana wî şad be.”

Cîgirê Serokê Partiya Azadiya Kurdistan Qasim Ergun jî destnîşan kir: “Migirdîç ronakbîrekî hêja û bi kêr ê Ermeniyan bû. Li gel nîşandan kultira Ermenan li ser sosyolojiya Bakurê Kurdistanê li ser têkiliya Kurd û Ermenan gelek lêkolînên wî hene. Mirovekî kedkar û aştîxwaz bû. Hêviya me ew e ku ev daxwaza wî ya aştiyê tovên xwe berde welatê me.”

Cenazeyê Margosyan piştî merasîma li dêrê bo veşartinê bi diayan hat şandin bo goristana Ermenan a Şîşliyê.

Şêxmus Dîken ê nivîskar û dostê wî axa ji gundê bavê Margosyan ji gundê Heredan ê  Pîrana Diyarbekirê anîbû li ser gorê belav kir.

Şexmus Dîken diyar kir: “Migirdîç li Stenbolê dijiya lê rih û rûyê wî ber Diyarbekirê bû. Li ser Diyarbekirê û li ser pêkhateyên li Diyarbekirê gelek pirtûk nivisî. Baş e ku hemşehriyê me bû. Min ji gundê bavê wî Heredanê axeke anî û axa Diyarbekir û Stenbolê tev li hev kim. Rihê wî şad be.”

Margosyan 23yê Kanûnê sala 1938an de li Diyarbekirê li taxa Xançepek bi navekî din li taxa Fileyan ji dayîk bû.

Nivîskarê Ermen ê Diyarbekirî gelek çîrokên li ser Ermenan û li ser bajarê qedîm Diyarbekirê kitêb nivîsî û bi van berheman bala mirovan kişand ser kultir û pêkvejiyana jiyana Ermen û Kurdan li Diyarbekirê.