Wezareta Tendirustiyê amarên Koronayê ragihand

Li Herêma Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 31 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 31 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û ti kesekî bi Koronayê canê xwe ji dest nedaye.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 31 kes bi vîrûsa Koronayê ketine, ji wan 12 kes li Hewlêrê, 12 kes li Silêmaniyê, 4 kes li Duhokê, 2 kes li Germiyanê û 1 kes li Raperînê ye.

Herwiha diyar kir, di nav 24 demjimêran de 18 kes jî ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 15 kes li Hewlêrê û 3 kes li Silêmaniyê ne.

Amarên giştî:

Pêketin: 436641 kes

Mirin: 7439 kes

Başbûn: 428532 kes